Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwestekên di hevyazbariyê de aşkera kirin

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwestekên ku xwendekar dikarin di hevyazbariyê de hilbijêrin, aşkera kirin.

Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwestekên di hevyazbariyê de aşkera kirin
9 îlon, 2024   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemahengiya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku xwendekar dikarin ji 24ʹê Tebaxê heta 31ʹê Tebaxê li ser hevyazbariya gişrtî ya zanîngeh û peymangehan a sala xwendinê ya 2024-2025ʹan û mercên qebûlkirinê pêşkêş bikin.

Îro jî hemahengiyê xwestekên ku her xwendekarek dikarin di hevyazbariyê de bixwazin derxist û ji mafê her xwendekarekî/ê ye ku 15 xwestekan bike.

Hemahengiyê lînka tevî ragihandinê bar kir û bi wê re xwendekar dikarin bikevin lînkê û xwestekan nas bikin:

https://university.acornassociated.org

(fr)