Nasnameyên 2 şehîdên HRE’yê hatin aşkerakirin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şehîdan aşkera kirin û diyar kir “Soza me daye gelê xwe û şehîdên xwe, careke din dubare dikin ku bajarê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.”

Nasnameyên 2 şehîdên HRE’yê hatin aşkerakirin
9 îlon 2024   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şehîdên ku di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûne aşkera kirin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên Kemal Pîr û şehîdê kedê Xalid Mihemed û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Hevrêyê me Kemal Pîr ku zarokê Efrîna rengîn a berxwedêr û serhildêr e, li navçeya Reco di malbatekî welatparêz ku bi çand û nasnameya xwe yê kurdayerî ve girêdayî ji dayik dibe. bi rengekî dilsozê cewhera xwe mezin dibe. Bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê a Rojava ku hevrêyê me hîn ciwan bû, di nava şoreşê de mezin dibe. Bi taybetî bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dema El Nusra- DAIŞ û her wiha komên cûda ên xwînmij êrîşên xwe tînîn ser gelê me, hevrêyê me Kemal Pîr jî berê xwe dide çeperên şer.

Hevrêyê Kemal dizane ku bi saya tekoşînekî xurt û bi îradeyekî mezin dikare gelê me li hemberên êrîşên dijmin biparêze li ser wan esasan tevlî gelek pêngavên şer dibe. Di van pêngavan de tecrûbeyekî girîng a şer werdigire. Di rastî û heqîqeta welatê me de hevrê Kemal dibe şervanekî mînak.

Hevrê Kemal di warê biranşên Leşkerî de xwe kûr dike, di heman demê de jî xwe di warê birdozî û çanda Leşkerî de zane dike, her tiştên nû fêr dibe bi derdora xwe ra jî parve dike. Ji ber van taybetmendiyên xwe yên jîr û zana di nava hevrêyê xwe de bi coş û kelecan tê hezkirin.

Piştî dagirkirina Efrînê ya di sala 2018'an de hevrêyê me tevlî eniyên herî pêş dibe, li kêleka hevalên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan di eniyên herê pêş de şerê azadî û rumetê didin meşandin.

Hevrêyê me Kemal ji roja ku tevlî bûye heya kêliya dawî bi xeyal û armancekî mezin tevlî meşa azadiyê bû. Di refên herî pêş de cihê xwe girt. bi fedakarî li ser erk û wezîfeyên xwe rabû.

Her wiha dîsa 7’ê Îlonê, li navçeya Şera a girêdayî Efrînê hemwelatiyê bi navê Xalid Mihemed dema ku kar û xebatê xwe dida meşandin, di êrîşa dijmin ê hovane de şehîd dikeve û dibe şehîdê kedê. Di malbatekî welatparêz û bi çanda xwe ve girêdayî jiyan dike, li ser van esasan jî kedekî bê hempa ji bo gelê xwe dide raberkirin da ku gelê me vegere li ser xaka xwe.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Kemal Pîr
Nav û Paşnav: Loqman Henan
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Reşîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 7 Îlon 2024

Nav û Paşnav: Xalid Mihemed Mihemed
Navê Dayikê: Xaliye
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şahadetê: Herêma Efrînê, 7 Îlon 2024