Dagirekran 3 kes birîndar kirin

Artêşa Tirk a dagirke û çeteyên wê li bajarê Şerayê malek topbaran kir. Di encamê de jinek û 2 zarok birîndar bûn.

Dagirekran 3 kes birîndar kirin
9 îlon, 2024   13:44
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Tinebê yê bajarê Şera yê kantona Efrîn-Şehbayê malek topbaran kir.

Di encama topbarana ku bi obîsan hate kirin de jinek û 2 zarok birîndar bûn.

Navên zarokên birîndar wiha ne; Zeyneb Fesyel Cinêd (4), Ehmed Feysel Cinêd (6).

Nasnameya jina birîndar bûye hîna nehatiye zanîn.

(bb)

ANHA