Welatparêzekî ji Rojava: Rêbertî digot baweriya xwe bi hêza xwe bînin

Welatparêz Elî Sadûn ku sala 1996`an de Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, got, “Rêbertî digot bi hêza xwe bawer bin û li benda kesî nemînin. Ji bo azdiyê ji bilî berxwedanê tu rêyên din tune ne.”

Welatparêzekî ji Rojava: Rêbertî digot baweriya xwe bi hêza xwe bînin
11 tîrmeh 2023   00:07
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Elî Sadûn di sala 1962`yan de li gundê Ebû Ziwêl ê girêdayî bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Wî di sala 1984`an de bi rêya birayê xwe yê mezin Ehmed Sadûn Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye. Kurekî birayê wî yê bi navê Xalid Sadûn (Xerzan) sala 1992`an tev li nava refên gerîlayan bûye û di sala 1995`an de li Heftanînê ya Herêmên Medyayê şehîd bûye. Biraziyekî wî yê din gerîlayekî HPG`ê ye.

`DÎTINA SEROKATÎ XEWNEK BÛ Û PÊK HAT`

Bi naskirina Tevgera Azadiyê re Sadûn meraq dike ku Rêber Abdullah Ocalan. Di sala 1996`an de ev derfet dikeve destê wî û bi boneya salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê Sadûn tevî girûpeke welatparêzan diçe Şamê û Rêbertî dibîne. Sadûn ku ji ajansa me re axivî diyar kir ku dîtina Rêber Abdullah Ocalan moral da wan û wiha behsa hevdîtinê kir: “Beriya civînê serokatî bi rêzê yek bi yek silav da me. Heta qedandina civînê jî min heyecan girtibû.”

Sadûn, behsa civîna ku Rêber Ocalan wê demê bi wan re çêkiriye kir û got: “Rêber Abdullah Ocalan der barê pirsgirêka kurd, pêvajoya wê demê, asta ku Tevgera Azadiyê gihaştiye, girîngiya Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo gelê Kurd nirxandin kirin. Me bersiva hemû pirsên xwe di serê xwe de li cem serokatî dît. Dîtina wî ji bo min xewneke bû û pêk hat. Dîtina Rêbertî em şanaz û serbilind kir.”

'RÊBERTÎ DIGOT: BI HÊZA XWE BAWER BIN'

Sadûn bîranîneke xwe ya wê demê bi me re parve kir: “Di civînê de min ev pirs ji Rêbertî kir 'dê kî me biparêze û piştgiriya me bike`. Rêber Abdullah Ocalan jî ev bersiv da 'divê hûn bi hêza xwe bawer bin, li hêviya alîkariya ji dewletên derve nemînin. Ji bo azadiyê ji bilî berxwdanê tu rêyên din nîn in'.''

Sadûn anî ziman ku wî û malbata xwe hêvî û xelasî di ramanên Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê de dîtiye û got: “Beriya hevdîtina bi Rêbertî re me digot em ê ji ku hêzê bigirin, lê piştî dîtina Rêbertî me dît ku Rêbertî û firkên wî hêza me ne. Wî îradeyeke xurt û rehetiyeke mezin da me.”

'YÊN KU FIKRÊN RÊBERTÎ NAS KIRINE PAŞDE VENAGERIN'

Sadûn der barê tecrdîkirina Rêber Abdullah Ocalan û herî dawîn gefxwarinên li dijî wî jî, helwesta xwe wiha nîşan da: “Bi girankirina tecrîdê dixwazin hêza ku Rêber Abdullah Ocalan daye me ji holê rakin. Kesên ku fikrên Rêber Apo naskirine, ne pêkane ku ji dû wî fikrî paşde vegerin. Daxwaza me heta dawiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Ji bo wê jî em ê hemû derfetên xwe seferber bikin.”

(c)

ANHA