Festîvala Şehîd Berçem di roja dawîn de ye

Festîvala Şehîd Berçem a Çand, Huner û Wêjeya Jinan di roja xwe ya dawîn de bi panel û xwendina helbestan dest pê kir.

Festîvala Şehîd Berçem di roja dawîn de ye
Festîvala Şehîd Berçem di roja dawîn de ye
Festîvala Şehîd Berçem di roja dawîn de ye
Festîvala Şehîd Berçem di roja dawîn de ye
9 îlon, 2024   16:21
KOBANÊ

Festîvala Şehîd Berçem a Duyemîn a Çand, Huner û Wêjeya Jinan ku bi dirûşma "Bi tîrêjin rojê hunera jinan geş dibe" ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîvan ve hatiye organîzekirin, di roja xwe ya 4’an a dawîn de dewam dike.

Festîval li Navenda  Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan kesî dewam dike.

Bernameya roja dawîn bi xwendina helbestan ji aliyê helbestvan Xalîte Hisên û Meryem Temir ve dest pê kir. Her wiha panelek bi navê "Çand û huner û wêjeya jinan û rola Rêber Abdullah Ocalan” hat lidarxistin. Panel ji aliyê Mizgîn Çolaq, Şêrîn Reşîd û Botan Hoşê ve hat birêvebirin.

Di bernameya festîvalê ya êvarê fr ku dê li Qada Şehîd Egîd were lidarxistin, dê hunermend Munetullah Xemîs û Nesrîn Botan stranan bibêjin. Koma Şehîd Barîn, Koma Şehîd Heyfa, Koma Şehîd Alanya, Koma Şehîd Delîla û Koma Şehîd Nalînd dê stran û govendan pêşkêş bikin.

Hatibû plankirin ku hunermenda ji Tûnisê Amal El Meslonî û hunermend Çadî Xulamî ya ji Rojhilatê Kurdistanê di roja dawîn a festîvalê de amade bin, lê desthilata PDK’ê nehişt derbasî Rojava bibin.

(bb)

ANHA