Ciwanên Reqayê li dijî siyasetên dewleta Tirk meşeke bi meşalayan li dar xist

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk ji bo şermezarkirina nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdullah Ocalan meşeke bi meşalayan li dar xist û teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Ciwanên Reqayê li dijî siyasetên dewleta Tirk meşeke bi meşalayan li dar xist
10 tîrmeh 2023   19:13
REQA

Çalakî ji pêşiya çerxerêya El Delê dest pê kir. Xelkê bajêr û ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Reqayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Komîteya Ciwan û Werzîşê û Yekitiya Werzîşê ya Reqayê tev li meşê bû.

Meş li çerxerêya El Neîm rawestiya û veguhertî mitingê. Li çerxerêyê, bi navê Komîteya Ciwanên PYD`yê, hevserokê komîteyê şaxê Reqayê Mihemed Elî daxuyaniyek xwend. 

Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku pergala Tirk û siyaseta wê ya faşîst a li dijî Rêber Abdullah Ocalan xetereya li ser jiyana wî zêdetir dike. Ji ber wê bang li mezinkirina têkoşînê hat kirin da ku tecrîd bi dawî bibe.

Her wiha bêdengiya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin û seferberiya giştî hate ragihandin.

Di dawiyê de teqezî bi berdewamkirina têkoşînê hat kirin û ban li gelên cîhanê û ciwanan hat kirin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pê were, berxwedanê mezin bikin.

(şx)

ANHA