Li gundekî din êriş: Welatiyek birîndar bû

Dagirkeran li gundê Dêr Cimêlê yê bajarê Şêrawa kantona Efrîn-Şehbayê welatiyek din birîndar kir.

Li gundekî din êriş: Welatiyek birîndar bû
9 îlon, 2024   14:35
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dêr Cimêlê yê bajarê Şêrawa a kantona Efrîn-Şehbayê topbaran kir.

Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Mihemed Omer Sadiq bi giranî birîndar bû.

Derdora saetek berê jî dagirkeran li gundekî bajarê Şera yê heman kantonê malek kiribû hedef. Di encamê de jinek û 2 zarok birîndar bûn.

(bb)

ANHA