Ebdulatî û Miqdad civiyan

Wezîrê Karên Derve yê Misrê destnîşan kir ku Misr destwerdana ji derve ya di hundirê Sûriyeyê de red dike û diyar kir ku pêwist e rêz ji serweriya Sûriyeyê û serxwebûna xaka wê re were girtin.

Ebdulatî û Miqdad civiyan
9 îlon, 2024   22:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve û Kar û Barên Misriyên derve Bedir Ebdulatî li Qesra Tehrîr bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad re civiya. Herdu aliyan nîqaşên berfireh pêk anîn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve, gerînendeyê Rêveberiya Dîplomasiya Giştî û balyoz Ehmed Ebû Zêd diyar kir ku wezîr Ebdulatî helwesta Misrê ya piştgiriya dewleta Sûriyeyê teqez kir û destnîşan kir ku Qahîre destwerdanên ji derve di hundirê Sûriyeyê de red dike.

Ebû Zêd diyar kir ku Misr amade ye bi Sûriyeyê re di çarçoveya Komkara Dewletên Erebî de hevkariyê bike û li gorî berjewenditên herdu dewletan tev bigere. Her wiha anî ziman ku girîng e komîteya têkiliya Erebî ya ji bo Sûriyeyê were aktîvkirin da ku Sûriye zehmetiyan derbas bike û hêviyên gelê wê werin pêkanîn.

(mh)