Şehîd Mihemed Omer hat oxirkirin
Xelkê bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Omer oxir kir û soza şopandina rêça şehîdan da.
Xelkê bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Omer ê ku di 8ʹê Îlonê de li Hesekê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir kir.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewan Şêxo sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîd Mihemed têkoşer û leheng bû. Di oxira pêkanîna ewlehî û aştiya gelê xwe de bi şev û roj di nava têkoşînê de bû."
Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şiyar Hesekê sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêça şehîdan da.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
(fr)
ANHA