Li Reqayê 6 dermanxane hatin girtin

Desteya Tenduristiyê ya kantona Reqayê kontrolkirina depoyên dermanan û dermanxaneyan didomîne. Komîteyên desteyê di gerên xwe de 30 dermanxane muxalefe kirin û 6 jî girtin.

Li Reqayê 6 dermanxane hatin girtin
Li Reqayê 6 dermanxane hatin girtin
Li Reqayê 6 dermanxane hatin girtin
Li Reqayê 6 dermanxane hatin girtin
Li Reqayê 6 dermanxane hatin girtin
Li Reqayê 6 dermanxane hatin girtin
Li Reqayê 6 dermanxane hatin girtin
Li Reqayê 6 dermanxane hatin girtin
Li Reqayê 6 dermanxane hatin girtin
8 îlon 2024   09:06
REQA
ENES MIHEMED

Nivîsgeha Çavdêriya Dermanan û Qeydkirinê ya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê li depoyên dermanan û dermanxaneyan ên li kantona Reqayê geriya.

Gerê 1`ê Adara 2024`an dest pê kir û li ser çend qonaxan berdewam kir. Komîteyên têkildarî bi hişyariyên nivîskî hin dermanxane muxalefe kirin. Her wiha Tîrmeh û Tebaxê ji ber nebûna dermansazan di dermanxaneyan de, 6 dermanxane hatin girtin.

Komîteyan di qonaxa yekemîn de dermanên nexweşiyên derûnî li dermanxaneyên kantonê desteser kirin. Ji dermansazan re teqez kirin ku divê fatûreyên dermankirînê ji depoyan û serfkirina wan hebin û divê dermanan wisa tenê bi reçeteyan bên dayîn.

Li gorî komîteyê, divê navê nexweş û dîroka kirîna dermanan di fatûreyan de bên nivisîn.

Komîteyan defter û fatûreyên muxalif an jî demborî desteser kirin û li dermanxaneyan hate ferzkirin ku defterên nû ji Yekitiya Dermansaziyê bînin.

Cîgirê hevserokatiya Desteya Tenduristiyê û berpirsê Nivîsgeha Çavdêriya Dermanan û Qeydkirinê Ebduraziq El Elî diyar kir ku qonaxa yekemîn 45 roj bû.

Di qonaxa duyemîn de jî, komîteyan di gerên xwe de teqezî bi pêwîstiya hebûna dermansazan di dermanxaneyan kir. Ji dermanxaneyên muxalif re, hişyariyên nivîskî hatin pêşkêşkirin. Ji wan re hate şîrovekirin heke ev kiryar dubare bibe, dê hişyariyeke din jê re binivîsin. Di cara sêyemîn de, divê dermansaz biçe Desteya Tenduristiyê û sozeke nivîskî îmze bike ku dê li dermanxaneyê be yan jî dê 500 hezar lîre bide.

Heke dermansazan temenmezin bin, dikarin kesên di vî karî de pispor li şûna xwe peywirdar bike.

Qonaxa sêyemîn girêdayî buhayên dermanan û dermanên demborî bû. Komîteyan perspektîf dan dermansazan ku navên xwe li ser qarmaya dermanxaneyê û ruxsetên xwe li dermaxaneyê daliqînin. Komîteyan dermanên demborî desteser kirin û ji bo îmhakirina wan komîteyek hate avakirin.

Komîteya Tenduristiyê armanc dike, derman û pêdiviyên tenduristiyê ji welatiyan re bi buhayên guncaw peyda bike. Li gorî El Elî heke kêmasî hebe yan jî dermanxane berovajî perspektîfên Destya Tenduristiyê tev bigerin, şênî dikarin li cem Desteya Tenduristiyê gilî bikin.

(şx)

ANHA