Erebistana Siûdî li Şamê balyozxaneya xwe vekir

Erebistana Siûdî, piştî qutbûna têkiliyên 13 salan, careke din balyozxaneya xwe li paytexta Şamê vekir.

Erebistana Siûdî li Şamê balyozxaneya xwe vekir
10 îlon 2024   00:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Erebistana Siûdî vê êvarê bi şahiyekê vekirina balyozxaneya xwe li paytexta Şamê ragihand.

Qaimmeqamê xebatên balyozxaneya Siûdî li Şamê Ebdurehman El Herîd di şahiyekê de vekirina balyozxaneyê bi awayekî fermî ragihand.

El Herîd got, "Vê êvarê û bi awayekî fermî em ji nû ve vekirina balyozxaneya Erebistana Siûdî li Komara Erebî ya Sûriyeyê ji bo piştgirî û geşkirina têkiliyên dualî radigihînin."

(fr)