HPG: Hevrêyê me Bager şehîd nebûye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar ku hevrêyê wan Bager Kurdstan şehîd nebûye, lê bi birîndarî dîl hatiye girtin.

HPG: Hevrêyê me Bager şehîd nebûye
9 îlon 2024   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyniyêk diyar kir ku wê di daxuyaniya xwe ya 20'ê Hezîrana 2024'an de ragihandibûn ku hevrêyê gerîla Bager Kurdistan (Nureddîn Mihemed Sîno) şehîd bûnye. HPG’ê da zanîn ku hevrê Bager şehîd nebûye, lê bi birîndarî dîl hatiye girtin.

HPG'ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: "Di daxuyaniya xwe ya 20'ê Hezîrana 2024'an de me ragihandibûn ku hevrêyê me Bager Kurdistan-Nureddîn Mihemed Sîno di 14'ê Hezîrana 2024'an de li herêma Avaşînê şehîd bûye. Lê eşkere bû ku hevrêyê me Bager şehîd nebûye û bi birîndarî dîl hatiye girtin. Em ji malbata hêja ya hevrêyê xwe Bager û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz lêborînê dixwazin û vê agahiyê sererast dikin."