​​​​​​​Nivîsgehên aboriyê bûye şûrek li ser stûyê xelkê kantona Girê Spî ya dagirkirî

Nivîsgehên aboriyê yên di bin kontrola serçeteyên dewleta Tirk de ne, qûta xelkê kantona dagirkirî û jêderên debara wan desteser kirine.

​​​​​​​Nivîsgehên aboriyê bûye şûrek li ser stûyê xelkê kantona Girê Spî ya dagirkirî
9 tîrmeh 2023   00:20
EYN ÎSA

Xelkê kantona Girê Spî ya dagirkirî, ji dema dagirkirinê û vir ve, şert û mercên jiyanî û aborî yên dijwar dijîn ku dagirkera Tirk siyaseta birçîkirinê dimeşîne û çeteyên wê berhemên çandiniyê didizin, aboriya herêmê bi giştî bi rêya nivîsgehên aboriyê kontrol dikin.

Ev nivîsgeha rasterast girêdayî çeteyên Cebhe El Şamiyê ne ku deriyê sînor ê Tirkiyeyê kontrol dike. Piştî dagirkirina kanton, 7 nivîsgeh li navenda kantonê û gundewarên wê hatin avakirin.

Nivîsgeh baç li kelûpelên dikevin kantonê û jê derdikevin ferz dike. Pereyên van baçan yekser dikevin berîka serçeteyên koma navborî.

Li gor agahiyên ku hin çavkanî ji herêmên dagirkirî parve kirine, ev baç ji yên li Cerablus, Bab El Selame û Bab El Hewa duqat in. Mînak, nivîsgehên aboriyê yên Girê Spî 90 dolar baç li her tonek pemboyê vepiçirandî dibire. Lê ev baç li herêmên din ên dagirkirî 42 dolar e. He wiha li her toneke garis 14 dolar ferz dikin, lê ev baç li herêmên din ên dagirkirî 4 dolar in.

Ew ne tenê van madeyan didizin lê belê li ser ketina erebe, dîraktor û patozan baçên biha ferz dikin ku hin caran 200 dolar derbas dike. Ev ji derveyî gurmuka aliyên têkildar e. Li her kesê ji deriyê sînor re dikeve kantonê û heta ji aliyê dewleta Tirk ve hatibe koçberkirin, 100 dolar baç tê birîn.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku ev nivîsgeh, rojane defter ji serçeteyên koma navborî werdigirin ji bo ku diziya welatiyan orgenîze bikin. Buhaya defterê 400 dolar e. Welatî beyê kaxizekê ji wê defterê nikarin berhemên xwe bifroşin yan jî berhemên din bîne herêmê.

(şx)

ANHA