​​​​​​​Panorama Hefteyê: Qada Hewayî ya Sûriyeyê veguheriye qada şerê rojavayî

Metirsî zêde dibin ku qada hewayî ya Sûriyeyê veguhere qada şerê rûsî-rojavayî. Nexasim piştî tatbîqatên ku Moskov û hêzên hikumeta Şamê li dar xistin. Li aliyekî din armanc û berjewendiyên welatên OPEC'ê li hev nayên, ev jî gef dixwe ku OPEC`ê tune bike.

​​​​​​​Panorama Hefteyê: Qada Hewayî ya Sûriyeyê veguheriye qada şerê rojavayî
9 tîrmeh 2023   04:31
NAVENDA NÛÇEYAN

PROVAKSYONÊN NÛ YÊN RÛSYA-AMERÎKA-FRANSA LI QADA HEWAYÎ YA SÛRIYEYÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî provaksyonên Rûsya-Amerîkayê li qada hewayî ya Sûriyeyê nûçeyek weşand. Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da daxuyaniya Amerîkayê ya têkildarî mijarê û wiha nivîsand: “Amerîkayê şeva pênşemê ragihand ku balafirên Rûsyayê li qada hewayî ya Sûriyeyê carek din provaksayon kirine. Di nava 2 rojan de du caran bûyerên bi rengî rû dan. Ev yek fikaran çêdike ku her du alî rû bi rûyî hev bimînin, nexasim ku hêzên Rûsya û Sûriyeyê di vê demê de tatbîqatan li Sûriyeyê pêk tînin.”

TÊKILIYÊN MISIR-TIRKIYEYÊ

Rojnameya Şerq El Ewset jî der barê têkiliyên Tirkiye-Misirê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku piştî rêzeşêwiran, Misir û Tirkiyeyê ragihand ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk heta asta balyozan bi pêş ve birine û hat gotin: “Pisporan ev geşedan wek geşedaneke girîng bi nav kir. Li gorî heman pisporan, dibe ku ev gav lezê bide lidarxistina lûtkeya di navbera serokkomarên Misir û Tirkiyeyê de.”

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da nirxandina endamê Senatoya Misirê Dr. Ebdulmunem Seîd ku gotibû “Dibe ku gava piştî vê lidarxistina lûtkeyê di navbera serokkomarên her du dewletan de be. Di lûtkeyê de dê aloziya Lîbyayê û dosyaya gaza rojhilatê Deryaya Spî bên nîqaşkirin.”

'SİBEROJA OPEC'Ê NE MÎSOGER E'

Rojnameya El Ereb têkildarî astengiyên li pêşiya endamên OPEC'ê nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de hat gotin: "Gelek astengî li pêşiya dewletên endamên OPEC'ê hene. Astengiyên sereke ew e ku armanc û berjewendiyên welatên OPEC'ê li hev nayên. Ev yek vê gefê dixwe ku rêxistina OPEC'ê tune bike. Li gorî şopdaran, rêxistina OPEC saziyeke hevgirtî ye. Eger nirxên petrolê kêm nebe, ev hevgirt têk naçe. Serokên OPEC'ê di civîna xwe ya dawîn de ku di Hezîranê borî de hatibû lidarxistin, biryar da ku kêmkirina hilberîna dilxwazî heta sala 2024'an dirêj bikin. Her wiha biryar da ku para endamên ku di gihiştina astên hilberînê de zehmetiyan dikişînin, rast bikin."EL BURHAN XWE AMADE DIKE JI BO KU TÊKILIYÊN BI ÎRANÊ RE VEGERÎNE

Rojnameya El Quds a Erebî li ser mijarê wiha nivîsand: "Di hevdîtinekê de piştî 7 salan ji boykotkirina her du welatan, wezîrê karên derve yê Sûdanê Elî Sadiq bi hempîşeyê xwe yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahyan re li ser paşxaneya civîna wezîrên karên derve ya Tevgera Bêalî, civiyan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûdanê, El Sadiq alîkariyên mirovî yên Heyva Sor a Îranê ji Sûdanê re di vê demê de pîroz kir û spasiya vegerandina têkiliyên dîplomasiyê di navbera Riyad û Tehranê de kir û got ew ê ewlehî û îstîqrara li herêmê geş bike. Li gorî daxuyaniyê her du aliyan li ser vegerandina têkiliyan di demeke nêz de, nîqaş kir."

(şx)