'Divê tavilê agahî ji Rêber Apo bê wergirtin'
Koçberên Efrînê gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û daxwaz kir ku di zûtirîn demê de agahiyek ji Rêber Ocalan bê girtin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di bernameya taybet a Sterk TV`yê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk û rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan dane Rêber Abdullah Ocalan.
Koçberên Efrînê yên li herêma Şehbayê bi cih bûne, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn û helwest nîşan dan.
Gulistan Mihemed gefên li Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: “Bila bizanin ku Rêber Apo û gel yek in, ew ê nekarin gel ji Rêber Apo qut bikin. Dewleta Tirk bi plan û êrişan nekarî vîna me têk bibe, ew niha bi van nameyên tehdîtê dixwaze vîna me bişikîne.”
Gulistan anî ziman ku çi dibe bila bibe ew ê dev ji fikr û felsefya Rêber Abdullah Ocalan bernedin.
Hesen Ehmed tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Tu agahî ji Rêber Apo nayên wergirtin. Niha jî nameyên tehdîtê dane Rêber Apo. Divê sazî û rêxistinên mafên mirovan li hember bûyerên diqewimin bi erkên xwe rabin.”
Hemîd Ebdo bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: “Zêdetirî 27 meh e tu agahî ji Rêber Apo nehatiye. Em vê tecrîda giran şermezar dikin. Daxwaza me ew e ku em agahiyekê ji Rêber Apo wergirin. Lê li şûna ku nameyek ji Rêber Apo bê, nameyên bênav û bênavnîşan didin Rêber Apo. Em van nameyên gefxwarinê bi tundî şermezar dikin. Divê di zûtirîn demê de agahiyek ji Rêber Apo bê wergirtin.”
(zş/c)
ANHA