​​​​​​​Bi boneya 1′ê Gulanê kolan hatin paqijkirin

Ji bo piştgiriya karkerên şaredariyan, Heyva Sor a Kurd însiyatîfa bi navê "Bi ruhê 1′ê Gulanê em bajarê xwe paqij û bedewtir bikin" da destpêkirin.

2 gulan, 2023   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeh û komîteyên jinan ên Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Desteya Şaredariyan, ji bo paqijkirina kolanên bajêr û parastina jîngehê însiyatîk bi boneya 1′ê Gulanê da destpêkirin.

Însiyatîf ew e ku kolanên sereke werin paqijkirin. Ew însiyatîf rojekê dewam dike û li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê.

Li ser mijarê hevseroka Heyva Sor a Kurd a Hesekê Xunav Ehmed got: "Em dixwazin destekê bidin kedkar û karkerên kedê ji bo paqijiya bajar û bedewiya wê didin."

Li Hesekê, şêniyan li Çerxerêya Kenîsê ya taxa Til Hecir dest bi paqijkirina kolanan kir. Di xebata paqijiyê de endamên saziyên sivîl, Heyva Sor a Kurd û endam û karkerên şaredariyê amade bûn.

Li Qamişloyê jî, şêniyan ji Çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst a li taxa Enteriyê, li navçeya Xerbî jî ji Çerxerêya Osman Sebrî dest bi paqijkirina kolanan kir.

(fr)

ANHA