Piştî Şirnax li 9 taxên Nisêbînê qedexe hate ragihandin

Piştî Şirnaxê, li 9 taxên gundewarên Nisêbînê bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Piştî Şirnax li 9 taxên Nisêbînê qedexe hate ragihandin
2 gulan, 2023   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li 9 gundên bi ser navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ve bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hate ragihandin. Walîtiyê Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî qedexe ragihand û da zanîn ku li gundên Mişawilê, Fiskînê, Berhokê, Arpali, Bahmînin, Efşê, Şekîn, Yol û Geliyêsora ji saeta 04.00’an şûn ve qedexe dest pê kiriye.