Balafirên dewleta Tirk derdora gundekî Silêmaniyê bombebaran kir

Balafirên keşfê yên bêmirov derdora gundê Gelale yê bi ser Silêmaniyê ve bombebaran kir.

Balafirên dewleta Tirk derdora gundekî Silêmaniyê bombebaran kir
2 gulan, 2023   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên keşfê yên bêmirov derdora gundê Gelale yê bi ser Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ve bombebaran kir.

Li gorî agahiyên hatine bidexistin, beriya çend kêliyan balafirên keşfê yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker, derdora gundê Gelale yê bi ser Silêmaniyê ve bombebaran kir.

Heya niha nayê zanîn di encama êrişê de ziyanek çêbûye yan na.