Çalakiyên ji bo salvegera damezirandina YPJ`ê berdewam in

Çalakiyên hunerî û wêjeyî yên bi boneya salvegera 10`emîn a damezirandina YPJ`ê li herêma Cizîrê dewam dikin.

3 nîsan, 2023   12:59
QAMIŞLO

Bi boneya damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Kevana Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Dîwanê Wêjeyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriye û Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, çalakiyên hunerî û wêjeyî yên bi dirûşmeya “Jin, Jiyan Azadî” dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de; 1`ê Nîsanê li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo pêşangeheke wêneyan hat vekirin û helbest hatin xwendin. Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê jî heman çalakî hatin lidarxistin. Îro jî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê çalakî hatin lidarxistin.

Tê payîn ku çalakiyên bi vê minasebetê sibê li bajarê Hesekê bi dawî bibin.

Di çalakiyên îro de, bi dehan hezkiriyên wêje û hunerê beşdar bûn. Helbestvan Anahîta Sîno 4 helbestên bi sernavên “Nirêxn pîroz”, “Li benda min be”, “Dayika şînê” û “Kena te” xwendin.

Her wiha helbestvan Hesîne Ehmed 3 helbestên bi sernavên “Bêhempayê welêt”, “YPJ” û “Şehîd” xwendin.

Di pêşanegeha wêneyan de 50 wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, YPJ, jinan û wêneyên ji erdheja li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê, hatibûn pêşandan.

(şx)

ANHA