QSD′ê îdiayên dewleta Tirk a dagirker derewandin
QSD′ê got, îdiayên wezareta parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên li ser şehîdxistina 13 şervanan ne rast in.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya X (Twîtter) parve kir. Di daxuyaniyê e hate gotin:′′ Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker îdia dike ku di rojên 14 û 18’ê Cotmehê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 13 şervanên me hatine şehîd xistin. Îdiayên wezareta dagirker di der barê windahiyên me de, ne rast in."
(bb)