Rêber Abdullah Ocalan: Bi tenê rêya rizgariya lehengane dikare bibe rêya rizgariyê

“Rastiya me ya gel di warê taybetmendiyên xwe yên dîrokî yan jî rojane de bila bê nirxandin, rêya ku jê re bihata dayîn, encax rêya rizgariya lehengane bû. Heke îhtîmaleke herî kêm a jiyanê li çiyayan, di nava girseyê de, di gelek qadên xebatê de hebe, hûn ê derfetên mezin ên pêşketinê bibînin.”

Rêber Abdullah Ocalan: Bi tenê rêya rizgariya lehengane dikare bibe rêya rizgariyê
26 adar, 2023   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya Hefteya Lehengiyê 21-28 'ê Adarê, em hin nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên di sala 1995'an de li ser mijarê kirine, parve dikin.

“Bi wesîleya dehemîn salvegera şehadeta hevalê xwe Egîd (Mahsûm Korkmaz) em careke din meha Adarê û Hefteya 21-28'ê Adarê bi pênaseyeke rast a şoreşgerî bi bîr tînin.

Pênaseya lehengiyê di lîteratura PKK'ê de têra xwe hatiye kirin û pênaseya şehadetê jî bi zelaliyeke baş hatiye kirin. Em wan dubare nakin. Derketina mezin a PKK'ê bi van vegotin û pênaseyan lehengane ye. Jixwe derketina gelek lehengan jî delîleke berbiçav a vê yekê ye.

Heke mirovekî ji rêzê jî ku ji PKK'ê îlham girtibe, dikare di bi carekê re bibe leheng, ji ber cewhera PKK'ê ye ku li ser bingeheke lehengiyê dest pê kiriye. Çalakî bi xwe di destpêkê de lehengane ye, ber bi dawiyê ve lehengane ye û ber bi şehadetê ve jî rast û durist lehengane ye. Bi hezaran mînakan nîşanî dost û dijmin daye ku rewş bi vî rengî ye. Diviyabû wisa bûya jî. Ji bilî şêwaza lehengiyê tu şêwaz nedibûn şêwaza PKK'ê û ne jî dikarî rê li ber pêşketinê vekira.

BI LEHENGÎ DESTPÊKIRIN Û BI LEHENGÎ PÊDEBIRIN RASTIYEKE OBJEKTÎF E

Ji aliyê dîrokî û civakî ve jî em dikarin vê îspat bikin. Rastiya me ya gel di warê taybetmendiyên xwe yên dîrokî yan jî rojane de bila bê nirxandin, rêya ku jê re bihata dayîn, encax rêya rizgariya lehengane bû. Ji ber ku di dîrok û roja îroyîn a wê de ew qas kesayet hene ku dibin sedema bêqîmetî, nemerdî û û şermezariyê. Lewma jî li dijî wan bi rengekî ew çend payebilind û bêeman şer divê. Navê vê jî, danîna şêwaza lehengiyê ye. Ya ku dikare ber bi encamê ve bibe jî ev e. Ne ku ez vê îcad dikim, diyalektîka dîrokî, diyalektîka me ya jiyanê heke tê xwestin bi şoreşê were temamkirin, divê wiha be. Bi lehengî destpêkirin û bi lehengî pêdebirin, rastiya objektîf e.

HEKE HÛN DIXWAZIN BI SER BIKEVIN DIVÊ HÛN BI LEHENGÎ TEV LÊ BIBIN

Ji ber vê yekê şêweyeke ji rêzê, yekreng û serveyî, nikare bibe şêwaza PKK'ê. Ev tenê dikare şêwazê rêxistinên din be û tu serkeftin tê de tune ye. Ev nêzîkatî xwedî vê nirxê jiyanî ye: Heke hûn dixwazin bi ser bikevin, divê hûn bi lehengî tev li vê partiyê, têkoşîna di nava wê de bibin. Tevlêbûna ji bilî vê, nikare bibe îfadeya rastiyê.

EW ENDAMÊN PKK'Ê YÊN RASTEQÎN IN

Dema em şehîdên me wek lehengan bi bîr tînin, di serî de divê çi were fehmkirin? Ew endamên PKK'ê yên rasteqîn in, lehengên rasteqîn in, ji ber ku li gorî van taybetmendiyên lehengiyê yên partiya me jiyana xwe temam kirin û ji ber ku ew hêz nîşan dan. Lewma jî mirov bizane çawa bimire jî dikare wek lehengekî bê dîtin. Lê di cih de tiştekî din jî dikare bê gotin; her mirinek, bi taybetî mirineke bêwext û ne di cih de, encama kêmasiyekê ye. Hezkî ji ber xwediyên şehadetê yan jî ji ber ên li derveyî wan be, tê de kêmasyek, şaşiyek heye. Bi qasî qedirbilindiyê, deyndariyekê jî nîşan dide.

Em di şehadeta hevalê me Mehmet Xeyrî Durmuş de ku yek ji şehîdên mezin e, îfadeya herî şênber a vê yekê dibînin. Di şehadeta xwe de dibêje deyndar e, di çalakiya xwe de dibêje kêmasiyên xwe yên mezin hene û bi êşa vê yekê ber bi şehadetê ve diçe; ev tam tiştê ku em dixwazin bînin ser ziman, nîşan dide. Şehadeta wî qedirbilindî ye, lê bi deyndarî û bi kêmasî çêbûye. Li gorî wasiyeta wî jî ew ferman e ku mirov xwe ji deyndariyê û kêmasiyê rizgar bike. Ev bi çi dibe? Bi xwegihandina şêweyê rast ê şer ê PKK’ê, rizgarî pêkan dibe. Ji ber vê yekê dersa herî bingehîn a ku em dikarin ji bîranîna şehîdan derxin ew e ku dema pêwîst be û dema mirin xwe pir xirab ferz dike yan jî dema ku dijmin bi rêya jiyaneke sexte rêbazeke erzan a rizgariyê ferz dike, dema ku rêbazeke jiyanê ya rê li ber xiyanetê veke hebe û tu çareyeke me nemebe; her wekî Mazlûm, wekî Kemal Pîr, wekî Xeyrî, di wê radeyê de tercîhkirina mirinê ye. Mirin di vê radeyê de êdî tekane dawiya birûmet a jiyanê ye. Wekî din tiştek bi rûmet nîn e. Di vê radeyê de mirin tê qebûlkirin, lê belê bi rastî jî di vê radeyê de.

ÇALAKIYA MAZLÛM ÇALAKIYA HERÎ BIRÛMET A JIYANÊ YE

Radeya ku wan hevrêyên me mirin lê qebûl kiriye, ew rade ye ku ji bilî teslîmiyetê tu rêyeke jiyanê lê nemaye. Bila tu kes pênaseyeke din a şehadetê neke, pênaseya mirinê neke. Mirin kengî dikare bê qebûlkirin? Gava tiştekî din tune be ku tu bikî. Ev çalakiyeke êrişê ya mirinê ye. Ji çar aliyan ve dor li te hatiye girtin û li şûna teslîmbûnê vê yekê tercîh dikî. Lewma jî çalakiya Mazlûm ne çalakiyeke întîharê ye, çalakiyên din ên rojiyên mirinê yên mezin, ne çalakiyên întîharê ne, lê çalakiya herî birûmet a jiyanê ne. Divê şehadet di PKK'ê de bi vî rengî were dîtin.

BI FERSENDEKE BI QASÎ SERÊ DERZIYÊ PÊKANÎNA ÇALAKIYEKÊ

Ez careke din balê dikişînim ser; heke îhtîmaleke herî kêm a jiyanê li çiyayan, di nava girseyê de, di gelek qadên xebatê de hebe, hûn ê derfetên mezin ên pêşketinê bibînin. Careke din balê bikişînim ser wê, Mazlûm hewl dide Newrozê bi kîbrîtekê pîroz bike. Ew çi ye? Ew e ku bi fersendeke bi qasî serê derziyê çalakiyekê bike. Îhtîmala çalakiyeke din tune ye. Wateya rojiya mirinê çi ye? Îhtimala çalakiyeke din tune ye, wekî çirayê helandina laşê xwe ye. Ji gotina wecîz a Xeyrî ma çi encameke din derdikeve? Dîsa dibêjim, di serdema herî xirab a zindana Amedê de bûn, ji bo wan bi qasî serê derziyê jî îmkaneke din a şer tune bû. Heke hebûya, helbet dê bi awayekî din binirxandina. Pêngavên lehengane bi pênaseyeke çawa, gaveke çawa, hewldaneke çawa, îfadeyeke çawa, feraseteke çawa ya birêxistinbûnê, feraseteke çawa ya çalakiyan û şer û feraseteke çawa ya berpirsyariyê bêne kirin, em rave dikin. Rêya bi erzanî nemirinê, bi deyndarî nemirinê ev e.”

ANHA