​​​​​​​Hin gotinên li ser şanoyê

Şanoyê di dirêjahiya dîrokê de cihekî mezin girt û li jiyana gelek kesayetên navdar ên ji etnîk û neteweyên cuda bandor kir. Ji lew re, li ser şanoyê û bandora wê li ser civakê gelek gotin hatin kirin.

​​​​​​​Hin gotinên li ser şanoyê
27 adar, 2023   04:24
QAMIŞLO

27′ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê ye. Bi vê minasebetê me hin gotinên kesayetên navdar ên li ser şanoyê berhev kirin:

*′Nan û şanoyê bide min, ez ê gelekî rewşenbîr bidim te′ (Şanogerê Alman Bertolt Brecht(.

*'Min girîngtirîn rolên xwe yên jiyanê di girtîgehê de lîstin', 'Divê em hunerê bixin xizmeta ronakbîrî û zanakirinê' (Şanogerê Kurd, şehîd Yekta Herekol).

*′Cîhan şanoyeke mezin e, hemû mêr û jin şanoger in′ (Wêjevan, senarîst û helbestvanê îngilîzî William Shakespeare).

*′Şano dermanê nexweşiyên civakê ye′ (Hunermend, rexengir, senarîst, rojnameger û nivîskarê şanoyê George Bernard Shaw).

*′Wênexêzî derbirandina bedewiyê, şano jî derbirandina ramanan e. Herdu bi hev re yek ji rêbazên herî aktîv ên rewşenbîrî û ronakbîriyê ne′ (Nivîskar û rewşenbîrê ji Siûdiyê Îbrahîm El Belîhî).

*′Pirsa sirra pêşketina şanoyê dikin, gelo tu sirra wê dizanî? Sirr ew e ku em hemû bûne aktor′ (Hunermed û nivîskar Necîb Mehfûz).

*′Li ku derê civaka mirovahiyê hebe, li wir rihê şanoyê yê ku nayê tepisandin heye′ (Nivîskar û derhênerê ji Başûrê Afrîkayê Brett Bailey).

*′Şano û siyaset du navên pênaseyekê ne ′ (Kulmbaz amerîkî Mihemed Elî Kilay).

*′Ger şano nikaribe te mezin bike û te bike kesayeteke baş, divê tu jê birevî′ (Derhêner û şanogerê rûsî Konstantin Stanislavsky).

(fr/cx)

ANHA