Li Qamişlo derhênerekî şanoyê hat xelatkirin

Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê, koma şanoyê ya Qamişlo şahiyek li dar xist. Di şahiyê de derhênerê şanoyê Enwer Mihemed hat xelatkirin û peyama Roja Şanoyê ya Cîhanê ya 2023'yan hat xwendin.

Li Qamişlo derhênerekî şanoyê hat xelatkirin
Li Qamişlo derhênerekî şanoyê hat xelatkirin
Li Qamişlo derhênerekî şanoyê hat xelatkirin
26 adar, 2023   17:48
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê, koma şanoyê ya Qamişlo şahiyek li Navenda Perwerdehiya Şanogeriyê ya Qamişlo li dar xist. Bi dehan rewşenbîr, hunermend, şanoger û şêniyên bajêr beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de rêveberê koma şanoyê Ebdurehman Îbrahîm şehîdên komkujiya Cindirêsê bi bîr anîn û got: "Bi navê koma şanoyê û hemû endamên wê em vê Roja Şanoyê ya Cîhanê li hemû karmendên şanoyê û derhêner û nivîskarên wê pîroz dikin."

Îbrahîm destnîşan kir ku di encama xebatên 9 salan de komê gelek serkeftin bi dest xistin, di salekê de  3 şano amade kirin kirin û hewl dide tiştekî baş pêşkêşî civakê bike.

Îbrahîm wiha domand: "Em hewl didin bi rêxistin û torên cîhanî yên hunerî re têkildar bin da ku em wek komeke şanoyê ya cîhanî ya fermî werin pejirandin. Xebatên me yên sala 2023'yan jî dê der barê vê armancê bin."

Piştre, peyama Desteya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI) ku ji aliyê lîstikvana sînemayê ya misirî Semîha Edîb ve hatibû nivîsandin, ji aliyê nivîskar û wergêr Newaf Beşîr ve bi zimanê Kurdî hat xwendin.

Di peyamê de banga bidawîkirina şeran hat kirin û soza domandina têkoşîna hunerî ya li dijî kiryarên dermirovî û derexlaqî hat dayîn.

Şahî bi xelatkirina derhênerê şanoyê Enwer Mihemed bi dawî bû.

(mh)

ANHA