Di Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 8 çeteyên din hatin girtin

QSDʹê ragihand ku di Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 8 çeteyên din hatine girtin.

Di Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 8 çeteyên din hatin girtin
31 ÇILE, 2023   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 8 çeteyên DAIŞʹê hatine girtin û depoyeke çekan hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên hevbeş di 2 rojên dawîn de depoyeke kevn a çekan a çeteyên DAIŞʹê dît. Her wiha 8 çete girtin. Her wiha hin belge û pirtûkên belavkirina fikrên tundaw ku li gel wan bûn, hatin desteserkirin.

Hêzên hevbeş li Reqa û Tebqayê operasyonên lêgerîn û paqijkirinê li gorî plana hatiye danîn, didomin da ku armancên bingehîn ên pêngavê yên wêrankirina baregehên veşartina terorîstan û têkbirina planên wan û mîsogerkirina ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigihînin serî."

(bb)

ANHA