Ji bo şehîd Botan, Serhed û Rojhat merasîmek hat lidarxistin

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê bi merasîmekê cenazeyê şervana YPJʹê Rojda Kaynar (Mizgîn Botan) veşart û gerîlayên HPGʹê Andok Serhed û Dîcle Rohat bi bîr anîn.

Ji bo şehîd Botan, Serhed û Rojhat merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Botan, Serhed û Rojhat merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Botan, Serhed û Rojhat merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Botan, Serhed û Rojhat merasîmek hat lidarxistin
31 ÇILE, 2023   12:42
KOBANÊ

Ji bo veşartina cenazeyê şervana YPJ’ê Şehîd Rojda Kaynar (Mizgîn Botan) ku dema li ser erka xwe bû di 29’ Çileyê de li Eyn Îsayê şehîd bûbû û gerîlayên HPGʹê Elî Nûr (Andok Serhed) û Ayşe Mihemed (Dîcle Rohat) yên ku 27’ê Cotmeha 2022’yan li herêma Metînayê şehîd bûbûn, merasîmek girseyî li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hate lidarxistin.

Di merasîmê de rêveberê Hêzên Parastina Civakî (HPC) yê herêma Firatê Elî Hoşan axivî û got: "Şehîdan jiyaneke birûmet û dîrokek ji me re afirandin ku tu carî nayên jibîrkirin. Gef û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker me natirsînin."

Elî Hoşan anî ziman ku berxwedana Kobanê ya ku ji cîhanê re bûye sembolek, dewleta Tirk bê çare kiriye û wiha domand: "Dewleta Tirk îflas bûye, ji bilî gefan tiştek li pêşiya wê nemaye. Em ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin, çawa me çete têk birin em ê êrişên we jî têk bibin. Em nahêlin tu kes ev xaka bi xwîna şehîdan hatiye paqijkirin, qirêjî bike."

Rêvebera PYDʹê ya navçeya Qenaya Nazê Mihemed jî got: "Em hemû deyndarên gerîla ne. Gerîla bendena xwe kirine pir da ku me bighînin rêya aramiyê. Ji ber vê yekê divê em destekê bidin gerîla heta ku di şerê hebûnê yê li dijî dewleta Tirk a dagirker de bi ser bikevin."

Piştî axaftinan nasnameyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Mizgîn Botan bi dirûşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.

(bb)

ANHA