​​​​​​​231 şengalî vegeriyan warê xwe

Wezîra Koç û Koçberan ê Iraqê ragihand ku 231 şengalî li warê xwe vegeriyan.

​​​​​​​231 şengalî vegeriyan warê xwe
31 ÇILE, 2023   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Cabro bi daxuyaniyekê ragihand ku 231 koçber anku derdora 39 malbatên koçber ji kampa Bêrsivê ya navçeya Zaxo ya parêzgeha Dihokê vegeriyan warê xwe Şengalê.

Duh (Duşemê) jî derdora 100 malbatên êzidiyên Şengalê vegeriyan malên xwe.