Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê qetilkirina Jîna Emînî şeremzar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê sûcê qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li Îranê şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan kir ku li kêlek jinan bin da ku azadiya xwe bi dest bixin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê qetilkirina Jîna Emînî şeremzar kir
21 îlon, 2022   11:24
 REQA

Malbatên şehîdan ên Reqayê îro li qada pêş meclisê kom bûn, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên Jîna Emînî rakirin û daxuyaniyek da raya giştî.

Dayika şehîd Mihemed Ebdulkerîm, Semîra Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bi nave jinan û dayikên aştiyê, bi navê her jineke azad a li dijî tundî û neheqiyê têkoşiyaye, ji vê derê em karên hovane yên li dijî ciwana Kurd Jîna Emînî yên ji aliyê qaşo polîsên exlaqê ve li Tehranê pêk hatine, şermezar dikin. Li cîhanê gelek jin wekî Jîna Emînî hene.

Dagirkeriya Tirk jî bi rêbazên qirêj dest dirêjî jinan dikin, dixwazin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin. Ji ber ku jin kevirê bingehî yê projeya me ye. Armanca dewleta Tirk têkbirina şoreşa Bakur û Rojhialtê Sûriyê ye ku banga azadiya jinan û wekheviya di navbera jin û mêr de kir.

Em bang li rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mafên microvan dikin ku azadiya jinan pêk bînin, em soza serkeftin û azadiyê ji bo tevahî jinên cîhanê dubare dikin.”

ANHA