Hêzên Ewlekariya Hundirîn plana şaneyên DAIŞ`ê ya êrişkirina kampa Holê pûç kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro planeke şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ya êrişkirina kampa Holê bi rêya du erebeyên bombebarkirî pûç kir û tekez kir ku di pevçûnên bi çeteyên şaneyên re 3 çete hatine kuştin û çeteyek birîndar bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn plana şaneyên DAIŞ`ê ya êrişkirina kampa Holê pûç kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn plana şaneyên DAIŞ`ê ya êrişkirina kampa Holê pûç kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn plana şaneyên DAIŞ`ê ya êrişkirina kampa Holê pûç kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn plana şaneyên DAIŞ`ê ya êrişkirina kampa Holê pûç kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn plana şaneyên DAIŞ`ê ya êrişkirina kampa Holê pûç kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn plana şaneyên DAIŞ`ê ya êrişkirina kampa Holê pûç kir
21 îlon, 2022   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî ev daxuyanî da: “Li gorî agahiyên ku me girtin li ser şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê amadekariyên wan ku êrişî hêzên ku ewlehiya kampa Holê dikin, heye. Li gor van agahiyan ew şane hatin şopandin, dema ku ew ketin tevgerê hêzên me pêşiya wan girtin û pevçûn çêbû.

 Di encama pevçûnê de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi birîndarî hat girtin. Ev bûyer li gundê Im Fukêkê qewimî. Van çeteyan du seyareyên bombebarkirî amade kiribûn, yek ji wan di dema pevçûnê de xwe teqand a dîtir jî bi destê hêzên me ket û tîmên pispor hat bêbandorkirin.

Di encamê vê pevçûnê de 3 çete hatin kuştin û yek bi birîndarî hat girtin û 3 kilaşînkov, 8 cercûr, 250 mermiyên kilaşînkovê hatin desteserkirin. Xezanekî ku bi dest hatiye eyarkirin ku ji 300 kîloyê zêdetir tê de madeyên teqemeniyê heye, di bagaca seyarê de hatibû siwarkirin ji bo teqandina seyarê, ew jî hat bêbandorkirin. Di vê pevçûnê de endamekî hêzên me bi sivikî birîndar bû.”

(cx)