'Bêyî guhertina şêwazê rêvebirinê, aloziya Iraqê çareser nabe'

Pisporên ji Iraqê diyar dikin ku li gorî rêbazên kevn tu çareserî ji bo aloziya Iraqê tune ne û ji bo çareserkirinê guhertineke bingehîn di şêwazê birêvebirinê de pêwîst e. Her wiha gotin lihevkirina di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê de dûr e.

'Bêyî guhertina şêwazê rêvebirinê, aloziya Iraqê çareser nabe'
12 tebax, 2022   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

Serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr di gaveke nû ji bo pêkanîna diyalogan bi rêkbirinê xwe yên Çarçoveya Hemahengiyê de banga pêkanîna hilbijartinên nû û hilweşandina parlamentoyê kir ku aloziya heyî bi dawî bibe.

Sedr di daxuyaniyekê de got: "Ya ku rû dide ne şerê li ser desthiladariyê ye mîna ku îdia dikin, ji ber ku yê ku desthilatdariyê dixwaze 73 parlamenterên xwe ji parlamentoyê venakişîne. Vegera min a berê ji bo nivisandina qanûneke pêwîst li hemberî normalîzekirinê ye."

Muqteda Sedr banga hilweşandina parlamentoyê heyî û pêkanîna hilbijartinên pêşwext kir, lê diyar nekir ku ew ê tev lê bibe ya na. Her wiha got: "Dozên xirab avakirina hikumeta pirreng asteng kir."

Aliyên di nava Çarçoveya Hemahengiyê de piştgirî dan bangên Sedr. Serokê Hevpeymaniya Fetih, Hadî El-Amirî piştgirî da banga pêkanîna hilbijartinên pêşwext û got: "Pêwîstiya pêkanîna hilbijartinan, bi banga diyalogan ji bo diyarkirina, mekanîze û pêwîstiyên pêkanînê û peydakirina atmosfêreke gucaw ji bo hilbijartinên azad û demokratîk heye da ku baweriya welatiyan bi proseya siyasî vegerîne."

Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder El-Ebadî ku yek ji stûnên Çarçoveya Hemahengiyê ye, banga Sedr a pêkanîna hilbijartinên pêşwext pêşwazî kir û got: "Gaveke ji bo rawestandina herikîna xwînê û pêkanîna reformê ye."

El-Ebadî bang li her kesî kir ku ji bo xizmeta gel û sererastkirina rejîmê û piştevaniya dewleta yasayî hevgirtî bin.  

Serokê Desteya Heşd El-Şabî, Falih El-Feyad jî got: “Dubare lidarxistina hilbijartina parlamentoyê, ne mijarek tenê taybet girêdayî Tevgera Sedr re. Belku cihê girîngiya aliyên siyasî û hevpeymanên dine jî.”

Her wiha anî ziman ku heger hemû blok û tevgerên siyasî yên din li hev bikin wê hilweşandina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext çareserî bin. El-Feyad eşkere kir ku hikumeta niha ya Iraqê demkî ye û desthilata wê ya dubare pêkanîna hilbijartinê nîne û wiha domand: “Daxwaza hilweşandina parlamentoyê mijarek girînge û nayê qebulkirin, eger tenê yek alî vê pêşniyarê bike.”

Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nûrî El-Malikî hilweşandina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinên pêşwextê red kir û got: "Iraq welatekê pêkhateyan e û gelê wê ji pêkhate, mezheb û neteweyan pêk tê, ji ber wê jî ti îradeyek li ser nayê sepandin, ji bilî bi îradeya hemû gel, bi rêya saziyên wê yên destûrî, ku nûneratiya wan ji aliyê parlamentoya hilbijartî ve tê kirin. "

El-Malikî di merasîmê bi boneya Roja Aşûreyê de got: "Bêyî rûniştina parlamentoyê, parlamento hilnaweşe, sîstem nayê guhertin û hilbijartinên pêşwext pêk nayên. Parlamento wê bi xwe van bangan nîqaş bike û li gorî wê biryar bide."

Çavdêrê siyasî yê iraqî Elî El-Beyder têkildarî astengkirina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext ji ANHA'yê re axivî.

Elî El-Beyder anî ziman ku têkbirina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext da ku alozî were çareserkirin ne vebijêrk e û got: "Vebijêrk parlamento dê çawa were hilweşandin? Dîroka hilweşandinê, dîroka pêkanîna hilbijartinên pêşwext, qanûn, dem û detayên din ên girêdayî vê mijarê, êdî mijarên vala ne û ev hemû encamên vê yekê ne, ku ne bi rêya vê gavê be nikarin bighêjin rewşeke aram."

El-Beyder wiha domand: "Tenê du rêbaz hene, ew jî bi rêya madeyên 64'an ên destûra yekemîn e ku divê sêyeke endamên parlamentoyê daxwaznameyekê pêşkêş bikin û bi piraniya dengan were erêkirin. Ya din divê serokê hikumetê daxwaznameyê pêşkêş bike. Serokê hikumetê yê heyî ne xwedî maf e ku daxwaznameyekê di vî warî de pêşkêş bike. Ji lew ra ev mijar dihêle ku em xwe bispêrin vê madeyê û pêwîstî bi lihevkirineke siyasî ya nû, rewşeke siyasî ya nû û hawirdoreke siyasî heye."

Profesorê iraqî Sadiq Etmiş jî anî ziman ku hilweşandina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext nabin çareserî û wiha domand: "Rewşa aloz a serwer a niha bandorê li hin vebijêrkên ku wekî çareserî ji aloziyan re hatine dayîn, dike. Hinek alî hilbijartinên pêşwext wekî rêyekê ber bi çareseriyê ve dibînin. Lê heger ev hilbijartin li gorî daneyên kevn ên ku hilbijartinên berê û yên girêdayî qanûna partiyan û hilbijartinan li ser hatine avakirin û dirustbûna desteya serbixwe ya çavdêriya li hilbijartinan û nebûna çavdêriya navneteweyî, her wiha xerçîkirina pereyan ji bo propagendaya hilbijartinan, hebûna torên sextekarî û gefên milîsên çekdar ên girêdayî partiyên sewer, ev hilbijartin tê tu bandorê li çareseriyan neke."

'PARLAMENTERÊN NÛ LI PÊŞIYA HILWEŞANDINA PARLAMENTOYÊ ASTENG IN'

Têkildarî astengiyan jî El-Beyder wiha anî ziman: "Parlamenterên nû yên ku cara yekemîn ketine parlamentoyê hewl didin hin qezenciyan di desthilatdariyê de bi dest bixin, vê vebijêrkê qebûl nakin an ku ew astengiyên sereke li pêşiya hilweşandina parlamentoyê ne."

Têkildarî helwesta Çarçoveya Hemahengiyê El-Beyder diyar kir ku Çarçoveya Hemahengiyê bi hilweşandina parlamentoyê re ye lê bi şertê ku ew datîne ne ku yên Sedr datîne, bi taybet di aliyê dem, qanûn û hwd..

Çavdêrê siyasî yê iraqî Elî El-Beyder got: "Em ê rûdaneke derketina li hemberî hev, ferzkirina îradeyan di navbera aliyên têkildar de bibînin."

'LIHEVKIRINA DI NAVBERA ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ Û SEDR DE DÛR E'

Girêdayî mijara însiyatîfên diyalogan ku blokên siyasî û rayedaran pêşniyar kirine, serokê Tevgera Sedr got: "Diyalogên bi wan re bê fêde ne..Me diyalog bi wan re ceribandin û dît, tenê xirabî li vî welatê anîn."

Sadiq Etmiş diyar kir ku axaftina li ser diyalogan di navbera Çarçoveya Hemahengiyê û Sedr de dûr e û got: "Hinek dibînin ku lihevkirina Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê de dibe ku aloziyê çareser bike heger alî li ser hin çareseriyan li hev bikin. Ev lihevkirin dibe ku dûr e, nemaze ku dijbertiya kesayetî ya di navbera Malikî  û Sedr de gûr bû û gihişt asta şikenandina hestî wekî gotina pêşeyî ya iraqî dibêje. Berdewama vê dijminatiyê ku herdu aliyan di xwepêşandanên dawî de eşkere kirin, beşdarbûna hejmarek mezin ji xelkên basît ên bi hestiyarî û madî, ne nîştimanî siyasî girêdayî wan in û beşdarkirina wan di van nakokiyan de bandoreke diyarker li berdewama aloziyê dike û çareser nake. Di heman demê de rola Îranê wê hebe, bê guman di mîna vê hewldanê de ku dê bi ser nekeve heger Îran cihekî xwe yê sabit di Iraqê de çêke."

Prof. Etmiş îhtîmala derketina şerekî çekdarî dûr nexist û got: "Li gel hemû îhtîmalan, îhtîmala metirsîdar an ku rûdana şerekî çekdarî di navbera milîsên Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê de dimîne. Her du alî xwedî hemû cure çek in û ne dûr e ku ber bi şerekî ve biçin, ji wê zêdetir alîgirên herduyan hene û her wiha wê helwesteke parçebûyî ya hêzên ewlekariya Iraqê, artêş û polis derkeve ku alîgiriya wan ji van aliyan re nayê veşartin. Ev îhtîmal xwedê neke heger pêk were û karesatekê bighîne welat. Em dibînin ku tevahî alozî xwedî yek mezhebî ne (şîe û caferî di wextekî de), ev ne aloziyeke siyasî li ser bernameya siyasî û planên geşkirinê û mîna van mijaran in. Lê belê aloziya parvekirina xenîmetan di navbera dizan de ye."

‘PARTIYÊN KURDAN NE JI BO BIDESTXITINA ERKAN BI HEV DIKEVIN’

Etmiş îşaret bi vê yekê kir "Ya ku aloziyê kûrtir dike ew e aliyên li ji aliyekî ve li nakokiyan dinêrin û li aliyekî din kûr dikin da ku qezenciyên partiyetî pêk bînin. Partiyên kurdî û partiyên din ên ku îdia dikin ku nûnertiya suna li Iraqê dikin vê rolê dilîzin. Gelek bûyerên ku rû dane û bûyerên ku niha li Kurdistana başûr rû didin, nîşan dide ku heta çi astê du partiyên Kurdistanî, Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, tedbîrên li dijî xwepêşanderan girtin, kiryarên çewisîner, girtina rewşenbîr û xwepêşanderên li Kurdistana Başûr pêk tînin. Ji wê zêdetir di êrişên li ser xaka Iraqê û derdora başûr de bi tirkên şovenîst re hevkar in, ku erkên wan dizîna malê gel e Kurdistana Başûr veguherandina wîlayetekê Barzanî e ku armancên partiyên serdest pêk bîne. Her wiha her du partiyên kurdî yên serdest hewl didin aloziya di navbera xwe de kûrtir bikin, ne ji bo xizmeta welatiyan kar dikin, lê ji ser posta serokkomarê şer dikin da ku hîn bêtir dizî û talankirinê bikin."

'ÇARESERÎ DI GUHERTINA RÊBAZA BIRÊVEBIRINÊ DE YE'

Têkildarî çareseriyan Sadiq Etmiş got: "Bêyî çareserkirina binsaziya rejîma heyî ya ku li ser esasê kota û parvekirina xenîmetan hatiye avakirin, aloziya heyî çareser nabe. Yanî pêwîstiya Iraq bi çareseriyeke bingehîn di rêbazên rêvebirinê de heye, ev jî bi rêya guhertina bingehîn ya hêzên serdest pêkan e. Ev guhertin ancex bi rêya şoreşgeke gel ku piştevaniya cîhanî ya fermî û ya gel û rêxistinên cîhanê werbigire, pêk were. Gelê Iraqê ji salên 2011'an ve dest bi pêngava vê şoreşê kir ku hîna bi xurt li gelek herêmên Iraqê, bi taybet ên başûr dewam dike. Pêwîstiya vê tevgerê bi desteka navneteweyî ya pêverû heye ku piştevahiyê bide têkoşîna li dijî hêzên parvekirin, gendelî û çewisîner."

ANHA