Îsraîlê êrişî 2 bajarokên Lubnanê kir

Îsraîlê bajarokê Beyt Yahon û derdora bajarokê Kefra yên başûrê Lubnanê topbaran kirin. Li derdora Bint Cibêl teqînên mezin pêk hat.

Îsraîlê êrişî 2 bajarokên Lubnanê kir
24 îlon, 2026   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Îsraîlê bajarokên Beyt Yahon û derdora bajarokê Kefra yên başûrê Lubnanê topbaran kirin, di heman demê de li derdora bajarê Bint Cibêl teqînek mezin pêk anî.

Ajansa Wetenî ya Çapemeniya Lubnanê diyar kir ku vê sibehê bajarokê Mensorî û derdora bajarokê Şeqra jî hatin topbarankirin.

(f)