Pêkhateya Ereb a Şehbayê piştevaniya xwe bi gelê Cizîrê re nîşan da

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker pêkhateya Ereb a kantona Şehbayê piştgiriya xwe bi gelê herêma Cizîrê re nîşan da û banga kir ku têkoşînê mezintir bikin û wekî ku 4 sal in koçberên efrînê û gelê Şehbayê li ber xwe didin, ew jî dev ji axa neqerin.

Pêkhateya Ereb a Şehbayê piştevaniya xwe bi gelê Cizîrê re nîşan da
12 tebax, 2022   06:41
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Pêkhateya Ereb a kantona Şehbayê ji ajansa me re destnîşan kirin ku ji beriya 4 salan ve ew li dijî topbarana dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin û ji kantona Şehbayê dernakevin. Li ser vê bang li gelê herêma Cizîrê jî kirin ku wek wan bin, ji ber ku mayîna li xaka xwe, misogeriya serkeftina li dijî hovîtiya dagirkeriya Tirk.

Têkildarî mijarê, welatiyê bi navê Osman Mihemed destnîşan kir ku dewleta Trik a dagirker bi rêya dagirkirina herêmên nû, hewl dide împeratoriya Osmanî zindî bike û wiha dewam kir: "Topbarana li ser herêmê, bi taybetî li ser herêma Cizîrê bi armanca zindîkirina dewleta Osmanî ye. Dewleta Tirk hewl dide hebûna xwe li Sûriyê rewa û mayînde bike.”

Mihemed diyar kir ku şêniyên kantona Şehbayê li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî kantonê, bêdeng neman û wiha domand: "Em li dijî êrişên Tirkiyê bêdeng neman, em ê rê nedinê ku xaka me dagir bike. Em ê li dijî van êrişan bi hêz û îradeyaxwe li ber xwe bidin."

Mihemed anî ziman ku li kantona Şehbayê Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re dijîn û dewleta Tirk dixwaze vê yekê tune bike û got: “Lê her sê pêkhate li Şehbayê bi hevgirtin û biratî bi hev re dijîn.”

Welatiya bi navê Emanî Şêxo jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk di demên dawîn de êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi taybet li dijî herêma Cizîrê êriş zêde bûne. Lê em li dijî van gefên Tirkiyê û hemû astengiyan li ber xwe didin. Em bang li gelê xwe yê herêma Cizîrê dikin ku li dijî vê topbaranê tê bikoşin."

Emanî Şêxo tekezî bi girîngiya berxwedana li dijî êriş û planên dewleta Tirk a dagirker kir û ev tişt anîn ziman: "Di dirêjahiya salên şoreşê de, di oxira serkeftin û dewamkirina vê şoreşê de, ewladên me bê navber û bê dudilî fedekarî kirin. Lewma divê em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî Tirkiyê û planên wê, em nehêlin ku xwîna şehîdên me vala biçe û em parastina xaka xwe bikin."

Emanî Şêxo li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker banga yekdeswtiyê kir, her wiha bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî dijmin (dewleta Tirk) xwedî helwesteke tund û cidî bin.

(eh)

ANHA