Macron û Turmp ji bo rawestandina êrişên Rûsya-Ukranya nîqaş kirin

Serokê Fransa û Amerîkayê ji bo rawestandina demkî ya êrişên li ser tesîsên enerjiyê di navbera Rûsya û Ukranyayê de nîqaş kirin.

Macron û Turmp ji bo rawestandina êrişên Rûsya-Ukranya nîqaş kirin
22 îlon, 2026   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro berbanga sibê, Serokê Fransayê Emanuel Macron piştî hevdîtina bi Serokê Amerîka Donald Turmp re li New York`ê diyar kir ku wan di hevdîtinê de têkildarî şerê Rûsya-Ukraniya nîqaş baş kirin û avaker pêk anî, înîsiyatîfên ku bi armanca gihandina rawestandineke demkî ya êrişên girêdayî sektora energiyê ya di navbera Mosko û Kive de hatine destpêkirin, nîqaş kir.

Paşê Macron bi Zelensky li New York`ê hevdîtin kir, ragihand ku Fransa û Amerîka wê ji bo rawestandina êrişên li ser tesîsên energiyê û binesaziya sivîl xebatê bidin meşandin, da zanîn ku divê sivîl werin parastin, di navbera Rûsya û Ukranya de dest bi danûstendinên cidî ji bo aştiyê bên destpêkirin.

Tevgera dîplomasî di demekê de ku di navbera her du aliyan de operasyonên leşkerî hene pêk tê, artêşa Ukranyayê da zanîn ku duh (21 Îlon) 197 pevçûn derketine.

Di demekê de ku li herêmê êriş hene berpirsyarên rojavayî tevgera xwe ya dîplomasî li New York`ê bi civînên bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re didomînin.

(sb)