Malbata şehîd Mesûd Îbrahîm banga darvekirina sîxuran li naverasta Kobanê kir

Malbata şehîd Mesûd Îbrahîm banga darvekirina sîxurên dewleta Tirk a faşîst li naverasta bajarê Kobanê kir da ku li sîxuran re bibin îbret û got: "Yên ku dev ji şeref û rûmeta xwe berdidin û dibin sîxûrên dewleta Tirk a dagirker divê li qadên bajar werin darizandin."

Malbata şehîd Mesûd Îbrahîm banga darvekirina sîxuran li naverasta Kobanê kir
12 tebax, 2022   07:03
KOBANÊ

Têkildarî Operasyonê Sondê ya ku QSD'ê 31'ê Tîrmeha borî li dijî xayîn û sîxurên dewleta Tirk a dagirker ragihandiye, malbata endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mesûd Îbrahîm ê ku tevî 5 hevalên xwe yên endamên tevgerê û Yekitiya Jinên Ciwan 25'ê Kanûna par di bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker a li ser malekê de li bajarê Kobanê şehîd bû got, divê xayîn û sîxur ji aliyê malbatên şehîdan ve werin darizandin.

Dayika şehîd Mesûd Îbrahîm, Medîna Îbrahîm anî ziman ku divê xayîn û sîxurên ku hatine girtin, li Qada Şehîd Egîd a naverasta bajarê Kobanê werin darvekirin da ku ji her kesî re bibin îbret û got: "Cezayê darvekirinê jî kîna me sar nake, agir ku di hundirê me de pêxistine mezintir e ku bi darizandina wan were tefandin."

Dayika şehîd wiha domand: "Heger em li kiryarên sîxurên dewleta Tirk a dagirker meyze bikin em ê bibînin ku çanda wan çanda xwînê ye, heger bi dest wan bikeve wê rûmetan bin pê bikin û serê kesên bêguneh jê bikin û jinan birevînin. Ev kiryar ne dûrî yên ku erd û xizmên xwe ji bo pereyan difroşin."

Dayika şehîd Mesûd Îbrahîm, Medîna Îbrahîm bang li malbatên sîxuran kir ku li xwe û wijdanê xwe vegerin, kiryarên ku zarokên wan li dijî gelê herêmê dikin bibînin û got: "Çi feyda pereyan li beramberî firotina wijdan û xakê ye."

'CIHÊ XAYÎN Û SÎXURAN LI SER VÊ XAKA PÎROZ TUNE YE'

Bavê şehîd Mesûd, Mehmûd Îbrahîm jî ev tişt anî ziman: "Yên ku dev ji rûmet û şerefa xwe berdidin û dibin sîxurên dewleta Tir em çi li ser wan bêjin kêm e. Herî kêm em dikarin bêjin  xayîn in, ji demeke dirêj ve ji qanûnên mirovahiyê derketine, divê li qadên bajaran ji aliyê malbatên şehîdan û şêniyên herêmê ve werin muhasebekirin."

Bavê şehîd her wiha destnîşan kir ku yên îro têne hedefkirin û şehîd bûne di sala 2014'an de ev xak ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û wiha domand: "Dema ku bajarê Kobanê ji hemû aliyan ve hatibû dorpêçkirin û şerê qirkirinê li dijî wê hatibû ragihandin, bi saya şehîdan ev bajar hat rizgarkirin. Îro em dibînin ku xaka bi xwînê hatiye avdan, sîxur û xayîn lê hene. Divê ev werin muhasebekirin. Ev xak pîroz e, cihê xayîn û sîxuran lê tune ye."

Bavê şehîd Mesûd, Mehmûd Îbrahîm da zanîn ku êrişên bi balafirên bê mirov ên bi çek ên Tirkiyê ji bo rakirina tola çeteyên DAIŞ'ê ye û got, faşîzma Tirk bavê ruhî yê çeteyan e, ji ber vê yekê biryara rakirina tola wan daye.

Bavê şehîd di dawiyê de banga  darvekirina sîxuran li naverasta bajar kir da ku ji sîxurên din re bibin îbret.

ANHA