​​​​​​​Konseya Ewlekariyê dê li ser komkujiya Zaxoyê bicive

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar da roja Sêşemê (26 Tîrmeh) li ser komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê ku têde 9 kesan jiyana xwe ji destdan û 23 kes jî birîndar bûn, bicive.

​​​​​​​Konseya Ewlekariyê dê li ser komkujiya Zaxoyê bicive
23 tîrmeh, 2022   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Iraqê bi fermî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk kir û xwest li ser komkujiyên dewleta Tirk bicive, Konseya Ewlekariyê ji beriya çend kêliyan ragihand, ewê roja 26’ê Tîrmehê li ser komkujiya ku dewleta Tirk li Zaxo pêkanî bicive.