​​​​​​​Balafirên Tirk Çiyayê Garê bombebaran kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker carek din Çiyayê Garê li nêzî navçeya Amêdiyê bombebaran kirin.

​​​​​​​Balafirên Tirk Çiyayê Garê bombebaran kirin
23 tîrmeh, 2022   16:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê ku agahî ji çavkaniyên herêmî girtine, piştî nîvro balafirên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Garê li nêzî Amêdiyê bombebaran kirin.

Li gor agahiyan derdora gundê Maran a dikeve qontara çiyayê Garê ku ser bi bajaroka Çemankê ye hate bombebarankirin.

Hat gotin balafiran deverê çar caran bombebaran kirin, derbarê ziyanên êrişê de heta niha agahî bidest neketine.