​​​​​​​Iraq komisyona lêkolînê dişîne cihê komkujiya Zaxo

Parlementoya Iraqê biryar da komisyonek hevbeş ji bo lêkolînê bişîne gundê Perex ê Zaxoyê ku dewleta Tirk komkujî lê pêkanîbû.

​​​​​​​Iraq komisyona lêkolînê dişîne cihê komkujiya Zaxo
23 tîrmeh, 2022   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN 

Îro Parlementoya Iraqê civînek ne asayî derbarê komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê de pêk anî. Di civîna parlementoyê de biryar da komisyonek hevbeş ji bo lêkolînên zêdetir û derxistina rastiyan pêkbîne û bişîne gundê Perex.

Komisyona hevbeş a parlementoya Iraqê wê ji endamên komisyona ewlehiyê, parastinê, peywendiyên derve û pisporên leşkerî pêk were.

Wê komisyona hevbeş serdana cihê ku komkujî lê pêk hatî bike, piştre biryara dawî li ser bûyerê bide.

Li aliyê din îro Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed El-Sehaf ragihand ku biryar hatiye dayîn ku balyozê xwe ji Tirkiyê vekişînin. Her wiha El-Sehaf ragihand ku nameyek giliyê Tirkiyeyê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê kiriye û got: “Di nameyê de Iraqê daxwaza civîna bi lez a li ser destdirêjiya dewleta Tirk a li ser Iraqê kiriye.”