Stratejiya êrişê ya dewleta Tirk: Kurdistanê bike ‘Qibrisa Kurdan’

Reportaj Summay

Stratejiya êrişê ya dewleta Tirk: Kurdistanê bike ‘Qibrisa Kurdan’
23 gulan 2022   03:42

Rojnamevan Erdogan Altan diyar kir ku stratejiya sereke ya êrişên li ser Başûr ew e ku dagirkirina Bakur rewa bike, herêmeke aborî di bin sîwana Komara Tirkiyê de ava bike û Kurdistanê veguherîne ‘Qibrisa Kurdan’ a di bin serweriya malbata Barzanî de.

Êrişa dagirkeriyê ya ku desthilata AKP-MHP'ê bi hevkariya PDK'ê 17'ê Nîsanê dabû destpêkirin lê bê encam ma û vê carê êrişeke cudatir û berfirehtir ku berdewama êrişên li ser herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Başûrê Kurdistanê ye, di 23'yê Nîsana 2021'an de artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê da destpêkirin û berdewam dike. 35 roj e gerîlayên azadiya Kurdistanê li hember hemû teknîka çekên pêşketî û bikaranîna çekên kîmyewî berxwedana xwe didomînin. 

Em bi rojnamevan Erdogan Altan re ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê rojnamevaniyê dike, li ser pêşketinên li herêmê û rola dewletan a di plan û êrişan de axivîn.

Erdogan Altan diyar kir ku heke dewleta Tirk di vî şerî de careke din têk biçe, dê hem li hundir hem jî li derve bê îtibar bibe, lê dê PDK'ê bêhtir tev li şer bike.

Ev demek e cenabê te li Başûrê Kurdistanê karê rojnamevaniyê dike. Kî tev li şerê li dijî gerîla dibe û ji ku derê tînin?

Tevî tevlêbûna hêzên taybet ên bi navê Zêrevanî, Gulan û çeteyên Roj ên girêdayî PDK’ê, cerdevan û hêzên paramîlîter ên kontra yên bi navê Hançer Timi (Tîma Xencer), dewleta Tirk a dagirker piştî ku derbên giran xwarin û tevî hewldanên mezin jî nekarî windahiyên xwe yên mezin veşêre, vê carê di çarçoveya bernameya "Perwerde bike-bi techîzt bike" de, bermahiyên DAIŞ’ê yên ji Tirkmenistan û Ozbekistanê, ciwanên ji Sûriyê yên bi navê notirvaniyê tên qeydkirin û perwerdekirin, ji bo ku li dijî hêzên gerîla şer bikin, şandin.

Li ser xeta sînor a di navbera navçeya Çelê ya Colmêrgê û Qilebanê ya Şirnexê, de bi piranî cerdevan û koma bi  navê 'Tîma Xencerê' ya ji çeteyên çete pêk tê ku bi salan e li herêmê bi revandin, îşkencekirin û komkujiyên li dijî sivîlan di rojevê de ne, tên  bicihkirin. Li herêmên hundirîn ên Herêma Federal a Kurdistanê jî Ozbek û Tirkmenistanî yên bermahiyên DAIŞ’ê ku bi salan e li Tirkiyê xwe vedişêrin û çeteyên Zêrevanî, Gulan û Roj ên girêdayî PDK'ê di êrişan de cih digirin. Dixwazin van komên ku di nava saziya paramîlîter a bi navê SADAT’ê de tên perwerdekirin, kincên pêşmergeyan lê dikin û hewl didin li herêmên nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê bên bicihkirin. Tevî van hemûyan jî dewleta Tirk a dagirker li hember çalakiyên bibandor ên hêzên gerîla nikare windahiyên xwe yên giran veşêre û rê û rêbazên cuda bi kar tîne.

Wekî din, bikaranîna çekên kîmyewî ku li gorî peymanên navneteweyî qedexe ye, mîna par li tunel û cih û warên gerîla û sivîlan, bi taybetî li Kurêjaro, dewam dike. Heta malpereke bi zimanê kurdî ya bi navê ‘Rastipress’ da zanîn ku xwezahez û parêzvanekî hawîrdorê yê ji Başûr ku nexwest navê xwe eşkere bike, daneyên bikaranîna çekên kîmyewî li qada Kurêjaro bi dest xistine û pêşkêşî CPT’yê kirine.

Rewşa dawîn a li herêmê çi ye?

Êrişên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûr di roja 28’an de tevî pevçûnên dijwar û windahiyên giran ên leşkerî dewam dikin. Zap ku ji bo dewleta Tirk a dagirker veguheriye sendromekê, di nava PDK'ê de jî bû sedema krîzan ku bi AKP'ê re hevkarî kir. Bertekên li hemberî tevlêbûna malbata Barzanî di êrişan de, di nava PDK'ê de rê li ber şikestinekê vekir. Divê bê gotin ku ev êriş xetereyên mezin ji bo Başûr çêdikin û ev rewşa han gefê li deverên cuda yên Iraqê jî dixwe.

Em dikarin bibêjin ku li ser hemû destkeftiyên Başûr metirsî heye û PKK hewl dide van destkeftiyan biparêze. Heke ji aliyê siyasî ve gav neyên avêtin, di warê dîplomasiyê de Tirkiye dê van polîtîkayan bidomîne. Belkî îro planên wê bi ser neketin, lê planên nû çêdike. Divê hesasiyeteke zêdetir, cidîtir û bêhtir gavên şênber werin avêtin. Iraqê jî bertekên xwe hebûn lê bi awayekî şênber têrê nake. Tirkiye niha di bin siya siyaseta Osmaniyan de guh nade tu zagonan. Niha hêza xwe ya leşkerî li Kurdistanê bi 2-3 qatan zêde kiriye. Hemû hêzên xwe yên leşkerî şandin vê derê. Mudaxele li gundên derdorê dike. Hewldanên guhertina demografiyê hene. Çeteyan teqwiye dike. Ev yek jî encamên pir giran bi xwe re tîne.

Êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûr çima hem ji bo dewleta Tirk a dagirker hem jî ji bo tevgera azadiyê ya Kurd wek şerê man û nemanê tên dîtin?

Rewşeke têkildarî rewş û bêhelwestiya hêzên navneteweyî û herêmî ye. Bi taybetî jî xitimîn û bêhelwestiya dewleta Tirk a dagirker hem di polîtîkaya xwe ya hundir û hem jî ya derve de bi vê rewşê ve têkildar e. Ji ber vê yekê, ji bo fêmkirina vê rewşê divê em destpêkê li hesab û tifaqên bi şerê Ukraynayê re dest pê kirine, binêrin.

Tê texmînkirin ku Tirkiye dê êdî nekare hem ji dêrê hem jî ji mizgeftê sûdê wergire. Yanî polîtîkaya hevsengiyê ya ku dimeşîne, piştî demekê dê bê astengkirin. Geşedanên dawîn vê yekê bêhtir aşkera dikin. Tirkiye dibîne ku Rûsya hêdî hêdî ji şerê Ukraynayê bêzar dibe û armanc dike ku eniyeke nû bi derfetên xwe yên li herêmên din veke.

Bê guman ev nayê wê wateyê ku Rûsya nikare welatekî mîna Moldovayê jî dagir bike. Li aliyê din, peyama Amerîkayê ya ji dewleta Tirk re zelal e; çareseriyekê ji S-400'an re bibînin, li dijî Rûsyayê gavên pratîk biavêjin û li ser maseyê rûnên. Biryara Tirkiyê ya girtina qada hewayî ji balafirên şer ên Rûsyayê re ku li Sûriyê difirin, daxwazeke nû ya DYA û polîtîkaya Washingtonê ya li hemberî Rûsyayê ya li Sûriyê ye. Di vê rewşê de Tirkiye dikare sozekê bide DYA'yê û bi vê yekê tiştên din bike. Lê dîsa jî em nizanin ka Tirkiye bi yekalî dilîze yan na, em nizanin ka aliyek e yan na. Heke Tirkiye bibe alîgira NATO'yê em ê çalakiyên Rûsyayê yên li dijî Tirkiyê li Qerebax û Lîbyayê bi awayekî şênber bibînin.

Gelo ev nirxandin ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pêkan e? Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê planeke çawa heye?

Belê. Li Sûriyê, xuya ye polîtîkayeke nû ya li gorî rejîma Esad nîn e. Bê guman heke Rûsya li Ukraynayê ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve tek biçe jî, ev nayê wê wateyê ku dê ji Sûriyê derkeve. Îsraîl jî vê naxwaze. Li aliyê din welatên Ereban xwe amade dikin ku ger Rûsya têk biçe da ku valahiyek li Sûriyê çênebe û Tirkiye û Îran tê de bi cih nebin. Serdana Esed a li Îmaratê û pêşwazîkirina wî ji aliyê Muhammed Bîn Zayed ve bi vê rewşê ve girêdayî ye. Dewletên Kendavê dixwazin Esad di rewşeke wiha de li aliyê wan bimîne û rejîma Esad jî çav berdaye pereyên welatên Ereban. Ji ber ku ew qas pere di destê Îran û Rûsyayê de nîn e. Ji ber vê jî Esed bi zîhniyeteke Sûriyeke navendîperest dewam dike.

Tirkiyê baweriya xwe winda kir ku Rûsya dê di şerê Ukraynayê de bi ser bikeve. Lê belê ji aliyekî ve dixwaze têkiliyên xwe yên bi Moskovê re bidomîne û ji aliyê din ve jî ji her demê bêhtir di çarçoveya neo-Osmaniyê de çav berdaye Sûriyê. Dan û standinên di navbera îstixbaratên Sûriyê û Tirkiyê de yên li Moskovê, nîşan didin ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de berdewam in. Ji ber ku dema DYA'yê biryar da ku ji ber Ukraynayê karê Rûsyayê yê li Sûriyê dijwartir bike, Rûsyayê xwest Tirkiyê bêhtir nêzî xwe bike.

TÊKILIYÊN ENQERE-ŞAMÊ; QIRKIRINA KURDAN Û KOÇBER

Her wiha spekulasyon hene ku ev yek dikare planeke komployê ya Rûsya-Amerîkayê ya li dijî Tirkiyê be. DYA ne tenê Ukrayna, dixwest Tirkiye jî yekser li dijî Rûsyayê şer bike. Tê gotin ku du sedemên bingehîn ên têkiliyên Enqereyê bi Şamê re hene; yek bê guman siyaseta qirkirina Kurdan e û ya duyemîn jî mijara vegera koçberan e ku ne tenê ji bo AKP'ê lê belê ji bo muxalefeta Tirk jî bûye pirsgirêkeke siyasî û navxweyî û dê bandorê li hilbijartinên dema pêş bike. Rewşa penaberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê gihaştiye nuqteyeke bi vî rengî ku vegera wan êdî ne hêsan e. Li her du aliyên sînor hem krîzeke sosyolojîk hem jî aborî heye, yan jî her du alî di nava aloziyeke aborî de ne, bi taybetî rejîma Esad. Her wiha pir zehmet e ku li ser komên çete yên girêdayî Tirkiyê li Sûriyê lihevkirin pêk were. Lê belê yekane tişta aliyan nêzî hev dike, pirsgirêka Kurd e. Heta ku DYA û Rûsya li herêmê bin, ev mijar dê ji karîna Şam û Enqereyê wêdetir be.

Heke em dîsa vegerin ser êrişên li ser Başûr, beriya êrişê dewleta Tirk û malbata Barzanî bi dewletên endamên NATO'yê re gelek hevdîtin kirin.  Helwest û berjewendiya NATO'yê ya ji êrişan çi ye?

NATO bi qasî ku saziyeke siyasî ye ku xwe dispêre demokrasiya şerê taybet a Rojava ya lîberal, ew qas jî xwînxwar û dagirker e. Ji bo NATO û DYA’yê di vê sedsalê de demokrasî û hilbijartin îdeolojiyeke li ser bingeha şerê taybet ên li dijî Çînê ne. Ji ber vê yekê, Tirkiyeyeke bergirtî ku guh nade nirxên welatên rojavayî (hilbijartin û hwd) eger di demeke dirêj de li kêleka hev bin jî, nikare bibe tifaqek. Dewleta Tirk a dagirker dizane ku heke di warê leşkerî de lawaz bibe û bêyî erêkirina DYA'yê dê nekare balafirên şer ên F-16 li herêmê bifirîne. Yanî ji bo ku NATO û Amerîkayê hinekî bixapînin xwe ji bo hilbijartinan amade dikin, lê pêwîst e di serî de AKP û Erdogan di hilbijartinan de bi ser bikevin. Armanceke rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê ya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ev e. Li aliyê din, Brîtanya dixwaze bi rêya Erdogan hin plan û polîtîkayên xwe yên li herêmê bixe meriyetê. Plan ji bo Erdogan jî xêra Xwedê ye e da ku bi gaza Iraq û Başûr di ser Tirkiyê re bazirganiyê bi Ewropayê re bike.

Ev plan jî sedema dan û standinên Barzanî bi Tevgera El-Sedir re ye da ku piştgiriyeke xurt bide Tirkiyê. Di vî warî de Îran û Rûsyayê ev rewş dît û di rojên borî de mudaxele li Dadgeha Federal a Iraqê kirin û bi awayekî qanûnî ev rewş asteng kirin. Ji ber şerê li Ukraynayê û israra Brîtanya û Amerîkayê ya li ser ambargoya gazê ya li ser Rûsyayê, Tirkiye û Mesrûr Barzanî hewl didin gavên mezin bavêjin. Ji bo vê jî Rûsyayê cara ewilî rexne li Barzanî kir ku destekê dide êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr. Serdana Barzanî ya Qeterê piştî serdanên Tirkiye û Londonê nîşan dide ku Brîtanyayê dîplomasî bi Erdogan û Barzanî re hêsan kiriye. Ev proje bi qasî ku tevlihev xuya bike û sepandina wê zehmet be jî, ji bo hilbijartinên dema pêş ji bo AKP'ê firsendek e. Ji bo Enqere û Washington ji nû ve li hev bikin jî wek firsendeke mezin tê dîtin.

Te qala rolên hin dewletan kir. Di vê pêvajoyê de stratejiya PDK'ê çi ye?

Barzanî ne tenê ji bo Tirkiyê rola Kurdekî baş dilîze, di heman demê de dixwaze bibe Zelenskyê Kurd ji bo Brîtanya û dewletên Kendavê. Stratejî ev e; bi Erdogan re em ê ji bo Ewropayê bibin alternatîfa gaza xwezayî ya Rûsya û Îranê. Ji ber vê yekê vexwendin û pêşwazîkirina rêveberên Tirkiyê û malbata Barzanî li Londonê pêk hat. Geşedanên dawîn nîşan da bê ka ev polîtîka çendî ehmeqane û xeternak e.

DIBÊJIN ‘DIVÊ EM DEV JI FEDERALÎZMÊ BERDIN’

Li gorî hin analîstên li Başûrê Kurdistanê, mijara serdana Mesrûr Barzanî ya li Brîtanyayê bûye 'PDK êdî konfederalîzm e'. Lewma bi rengekî vekirî dibêjin 'divê em dest ji federalîzmê berdin'. Ji ber ku Dadgeha Federal a li Bexdayê firotina petrolê qedexe kiriye. Û heke Tirkiye car caran vê petrolê bikire û xeta boriya gazê veke, dê Bexda dîsa 'Doza Parîsê' bîne rojevê. Dê di vê rewşê de Tirkiye bi talankirina petrola Iraqê dê bê tawanbarkirin û divê bi milyon dolaran cezayê pere bide Bexdayê. Çawa ku beriya niha PDK û Erdogan xala 10'an li gorî dilê xwe şîrove dikir û îdia kirin ku mafê wan e petrolê bifiroşin Îsraîlê. Niha didêjin ku heke Başûrê Kurdistanê bibe konfederasyon, dê biryara Dadgeha Federal bê wate be. Lê biryara dadgehê heye.

TIRKIYE JI KERKÛKÊ ZÊDETIR MÛSILÊ DIKE HEDEF

Heke di vî şerî de careke din têk biçe, hem li hundir hem jî li derve dê îtîbara xwe ji dest bide, lê belê dê PDK'ê bêhtir tev li şer bike. Ji dema Menderes ve xeyala Mîsaqî Mîllî heye, lê serdestên Enqereyê fêm kir ku ev yek bi tenê xeyalek e. Stratejiya Tirkiyê di pêkanîna van êrişan de li Başûrê Kurdistanê ew e ku parastina dagirkirina Bakur bike, ya din jî di bin sîwana Komara Tirk de herêmeke aborî ava bike û Kurdistanê veguherîne ‘Qibrisa Kurda’ a di bin serweriya malbata Barzanî de. Tirkiye ji Kerkûkê zêdetir Mûsilê jî dike hedef. DYA ji bo ku Rêya Hevrişmê ya ku di Şengalê re derbas dibe û heta Çînê dirêj dibe, ji bo ku li dijî Îranê bisekine û paşve vegerîne, dê ji bo demekê hin kiryar û êrişên Tirkiyê paşguh bike.