​​​​​​​Nivîskar Emel El-Kurdî: Divê Kurd û Ereb ji hev re bibin palpişt

Reportaj Summay

​​​​​​​Nivîskar Emel El-Kurdî: Divê Kurd û Ereb ji hev re bibin palpişt
13 gulan 2022   04:33

Nivîskar Emel Mihyedîn El-Kurdî diyar kir ku divê gelên Kurd û Ereb têkiliyên xwe xurt bikin û got: "Divê ji hev re bibin palpişt."

Nivîskar Emel Mihyedîn El-Kurdî îşaret pê kir ku têkilî û hevkariya di navbera Kurd û ereban de dîrokî ye û got, divê pirsgirêka kurdî û hemû mijarên ku kurdan eleqedar dike, bi hemû aliyên wê  û bi hemû zimanan, di serî de erebî û îngilîzî were nasandin.

Nivîskar Emel Mihyedîn El-Kurdî têkildarî têkiliyên Ereb û kurdan bersivên pirsên ANHA'yê dan,

Hevpeyvîn wiha ye:

Têkiliyên Ereb û kurdan dîrokî ne, hûn van têkiliyan çawa dinirxînin?

Di Şoreşa Erebî ya Mezin a sala 1916-1918'an de Kurdan roleke girîng list, li hemberî despotî û dîktatoriya Tirk rabûn û daxwaza serxwebûna ereban ji tirkan kir. Kurdên li Sûriyê, Lubnan û Iraqê beşdarî tevgerên erebî bûn, lîderê Kurd ê li Şamê Ebdurehman Paşa Yûsif, lîderê Kurd ê li Hemayê Xalid Berazî, mîr Esed Eyûbî yê li Lubnan belgeyeke îmze kirin û ji Şerîf Hisên xwest ku şoreşê li dijî tirkan ragihîne.

Dema ku Şerîf Hisên kurê Elî yê mîrê Meka şoreş li hemberî despotiya Tirk ragihand û ji bo azadî û serxwebûna ereban xebitî, di bin ala Şoreşa Erebî ya Mezin de gelek fermandar û leşkerên Kurd kom bûn û di nava refên şoreşê de şer kir, li hemberî tirkan serkeftin pêk anîn û wan ji welatên ereban qewitandin. Leşker Cafer Paşa, Cemîl û Cemîl Paşa pêşeng bûn.

Têkilî û hevkariya Kurd û ereban dîrokî ye û heta roja me ya îro hêzên kurdî li kêleka hêzên Ereb li Mûsilê şerê dikin da ku wê ji şeytanê reş DAIŞ'ê rizgar bike. Di dîrokê û niha de gelê Kurd pir nêzîkî gelê Ereb e, Kurd li kêlek ereban şer kirine, tu dewleteke din ev fedekarî nekiriye

Ruxmî ku têkiliyên Kurd û ereban dîrokî ye, lê Ereb zêde balê nakişînin ser van têkiliyan, bi nêrîna we çima?

Xwezaya têkiliyên Ereb û kurdan hatin veşartin û paşguhkirin. Ji ber vê yekê herdu aliyan bi nêrîneke tijî guman li hev dinêrîn. Sekretêrê Giştî yê berê yê Partiya Komunîst a Iraqê Ezîz El-Hac di destpêka pirtûka xwe ya li ser kurdan de dibêje: "Sedema mayîna pirsgirêka kurdî bê çareserî, gumana di navbera tevgera Kurd û hikumetên li pey hev hatin de ye." Ligel tunebûna diyalog û zelabûnê, gotegotinên reşkirin ji her du aliyan ve li hemberî hev din derketin, vê yek hişt ku herdu bibin dijberî hev, dîroka hevbeş a mezin a her du aliyan ku ji hev re bibûn palpişt hate jibîkirin. Tiştên pozîtîv ên her du aliyan ji yên nefatîv gelekî pirtir in. Lê belê faktora erdnîgarî, pêdiviya pêwendiyeke baş û cîrantiyê û heta evîneke hevbeş di navbera wan de ferz dike, ji ber ku ne mumkin e ku yek ji wan pişta xwe bide yê din, lê berovajî, divê her yek ji yê din re bibe piştgir.

Tê xwestin ku diyalogên Ereb û kurdan ji berê xurtir bibin, rola xwezayî ya hevkariya bi tevahî aliyan re were eşkerekirin. Divê pirsgirêka kurdî bi hemû aliyên û bi hemû zimanan were nasandin, divê hemû mijarên ku kurdan eleqeda dike bi erebî û îngilîzî werin parvekirin, da ku fikirê hişmendî, çandî, siyasî û civakî bighêje tevahî cîhanê ku kurdan û şêwazên wan ên fikirandinê bi rêbazên berfireh û sadetir werin nasandin.

Li piraniya herêmên Rojhilata Navîn, wekî Sûriyê, Iraq, Lubnan û Lîbyayê aloziyên rasteqîn hene, van aloziyan rê li ber destwerdanên derve, di serî de dewleta Tirk vekir ku beşin ji van welatan dagir keriye. Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û ji bo pêkanîna jiyaneke bi rûmet, bangên avakirina yekitiya Ereb û kurdan hene. Hûn van bangan çawa dinirxînin û çi tê xwestin?

Li dijî kurdan gelek fitne û lîstok hebûn. Dem hatiye ku Kurd gotin û refa xwe bikin yek û li hev werin û xîtabî civata navneteweyî bikin, sûcên dermirovî eşkere bikin heta ku dengê wan bighêje tevan û sûcdar û yê sûc lê hatiye kirin nas bikin.

Di demên dawî de ji bo piştgiriya doza kurdî bangên gelek rewşenbîr û siyasetmedarên ji her du gelan derketin, hûn van bangan çawa dixwînin û niha çi ji rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskaran tê xwestin?

Berî jî min got, gelek tişt hene, lê divê ev kes bi mafên gelê Kurd bawer bikin û ji bo vegerandina van mafan, di serî de mafên civakî, çandî û mirovî de xebata xwe xurtir bikin.

Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibêje, xurtkirina têkiliyên gelên Kurd û ereban dikare ji êrişên dagirkirinê yên Tirkiyê re bibin bersiv û dikare aloziyên li herêmê çareser bike, mînake herî nêzîkî vê rewşê tecrûbeya li Baku û Rojhilatê Sûriyê ye. Gelo hûn van tiştan çawa dinirxînin?

Divê Kurd û hikumeta herêma Kurdistanê lêkolînên hevbeş û zelal pêk bîne, divê hikumetên navneteweyî û rêxistinên wan jî li hemberî van êrişan bisekinin û civata navneteweyî re bidin xuyakirin ku ev êriş ne rewa ne. Ev xebata hevbeş dikare asoyên nû bide xuyakirin.

Ji bo bakur û rojhilatê Sûriyê û tecrûbeya wê, bi nêrîna min tecrûbeyeke serkeftî ye heger bi dirustbûn û nêrîneke zelal dewam bike, ji ber ku paşguhkirin û nêzîbûneke hişk li beramberî pirsgirêka kurdî sedemên herî girîng ên karestan in ku heta roja me ya îro zêde dibin. Em dikarin bi kurtî bêjin ku divê her du alî nêrînên li hemberî hev pak bikin. Tiştên erênî ji yên neyinî pirtir in ku elaqeya mirovahiyê pê nine, divê mafên rewa yên mirovan di jiyaneke bi rûmet li vê gerdûnê de werin misogerkirin.

Emel Mihyedîn El-Kurdî kî ye?

Nivîskareke ji Urdinê ye, gelek pirtûkên wê hene, ji wan gotinên pêşiyên kurdî ye ku di Adara 2017'an de li Amanê hate derxistin, pirtûka rola jinan di serdema xîlafeta ebasî de. Her wiha gelek gotar li ser têkiliyên Ereb û kurdan nivisandine.

ANHA