Qesas: Erdogan dixwaze "Osmaniya Nû" pêk bîne

Reportaj Summay

Qesas: Erdogan dixwaze "Osmaniya Nû" pêk bîne
25 gulan 2022   04:27

Muxalifê sûrî Fîras Qesas da zanîn ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan bêyî ku rêz ji pîvanên NY an jî ji rewabûna navneteweyî ya ji mafên mirovan re bigire hewl dide projeya "Osmaniya Nû" pêk bîne.

Tevgerên dewleta Tirk a dagirker li Rojhilata Navîn bi giştî, li Sûriyê û Iraqê bi taybet dewam dikin. Vê yekê hişt ku careke din behsa projeya "Osmaniya nû" bê kirin, ev têgeh jî weke wesifkirina têkiliyên siyaseta karê derve ya dewleta Tirk bi serkêşiya AKP'ê tê kirin.

Li kêlek êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên pêkanîna êrişên nû, dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser Başûrê Kurdistanê û herêmên Iraqê, her wiha gefên li dijî Şengalê bi hevkariya hikûmetên Hewlêr û Bexdayê dewam dike.

Projeya Osmaniya nû li ser herêma Rojhilata Navîn û dewlemendiyên wê gefên xeternak e. Ji ber armanca projeyê talankirina xêrûberên gelan û dagirkirina dewletên cîran e, her wiha hewl dide xewnên osmanî vegerîne.

Di vê çarçoveyê de ajansa me hevpeyvînek bi muxalifê sûrî û serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê Fîras Qesas re pêk anî.

Hevpeyvîn wiha ye:

Rastiya projeya Osmaniya bû çi ye?

Projeya Osmaniya Nû cewherê siyaseta stratejîk a hikûmeta AKP'ê ye, armanc dikin ku impratoriya Osmanî ya ku heta beriya bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn hebû, vegerîne.

Ev proje bi wateya berfirehkirinê girîngî nade rastiyên jeosiyasî, yên ku bûn sedema têkbirina dewleta Osmanî û rayedarên wê hewl didin wan rastiyan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin û ji bo serwerî û destheladariya Tirkiyê li ser dewletên ku berê beşek ji dewleta Osmanî bûn altarnetîfan peyda bikin.

Ew proje di naveroka xwe ya kûr de rastiyên erdnîgarî yên ku pêkhateya sîstema navneteweyî li dora wan dizivire û dewleta neteweyî ya nûjen ku di mekanîzma û pêkhatina wê de avahiyek herî girîng e nas nake. Ev yek xeter e li dijî mîsawên NY’yê û qanûnên navneteweyî ye.

Ji ku derê têgeha Osmaniya Nû anîn?

Osmaniya Nû xwe dispêre têgeha nostaljiya (têgeha bîrkirina berê" û xapandinên siyasî bi hev re xurt dike, her wiha dendika xurt a binesazî û zanabûna çîna siyasî ku rewşa dewleta Tirk a niha îqna nake ava dike, her wiha bi nirxên ilmanî û demokrasiya nûjen bawer nake. Di boriya xwe de rewşeke mezin dibîne.

AKP û Erdogan ku rewşa siyasî ya li Tirkiyê ji 20 salan ve kontorl kirine, berhemên sereke yên vê nêrîna siyasî ya Tirkiyê ne. Ew ji bo pêkanîna armancên xwe amade ne her tiştî bikin, bêyî ku li pîvanên NY û rewabûna navneteweyî ya mafên mirovan binêrin, ne jî li berjewendiyên gel û welatê xwe dinêrin.

Di aliyê serdestiya darayî de Osmaniya Nû tê çi wateyê?

Osmaniya Nû di aliyê serdestiya darayî de armanc dike ku sînorên navneteweyî biguherîne, hemû peymanên navneteweyî yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn rake û vegere rewşa berê, taybet peymana Lozan a sala 1923’yan. Anku betalkirina ilmaniya dewletê û dev ji mafên xwe yên ku Tirkiyê li Misir, Sûdan, Iraq, Sûriye, Lubnan û Urdunê dihesibîne û neçar dike ku sînorên xwe bi Bulgariya û Yewnanîstan re diyar bike berde û Tengava Bosfor ku rêya avê ya navneteweyî ye bihesibîne û Tirkiyê tu bacan li ser wê yekê negire.

Erdogan dixwaze van nîşaneyan têk bibe, hewl dide serdestiya xwe fireh bike, pîvanên navneteweyî, rastiyên cîhanê û civaka navneteweyî bin pê bike.

Têkiliya Osmaniya Nû bi komleya Itihad û Trakî re çi ye ?

Têkiliya Osmaniya Nû bi komleya Itihad û Trakî re tevneke neteweyî ya nijadperest û îslamîzma navendî ya împeryala  radîkalî ya hişk e û di her du aliyan de amadekariyeke bingehîn heye ku dikarin rûbirûyî krîzên derve û hundir werin da ku armancên xwe pêk bînin.

Di heman demê de xeteriyên wê ne tenê li ser Rojhilata Navîn û Ewropayê hene, lê belê xeteriya wê li ser dewleta Tirk û civaka wê ya siyasî, ku tê de bi awayekî rêjeyî destkeftiyên bîrdozî û civakî yên girêdayî hinek dozên wek ilmanî, rewşa jinê her wiha belavbûna desthilatê û hin xetên demokrasiyê yên girêdayî hilbijartinan û nirxên nûjen, hene.

Di dirêjahiya dîrok de ev siyaset çawa bi pêş ketin?

Siyaseta dewleta Tirk a dagirker ku ji destpêkê ve Osmaniya Nû weke armanceke bingehîn ji xwe re dibîne, di gelek qonaxan re derbas bû, vekirinek ji herêmê re ava kir û pirisgirêkên wê pê re hatin çareserkirin, xwest ku pirsgirêkên navxweyî ji holê rake, her wiha pabendî nirxên siyasyî yên li Tirkiyê bû, bi taybet Ataturka îlmanî. Di heman demê de xwest destkeftiyên aborî zêde bike û hewirdora xwe bi piştgiriya derve û hundir xurt bike. Lê piştî ku armanca xwe pêk anî êdî rûyê pêkanîna Osmaniya Nû eşkere bû.

Hate eşkerekirin ku Erdogan ji zihniyeta têkçûnê ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de rûbirûyî maye, xelas nebûye. Danûstandinên ku serok û ramyarê neteweyî Abdullah Ocalan dest pê kirin red kirin, rêxistinbûyîna qanîn û sabitên ilmanî yên Tirkiyê guhartin û destkeftiyên jinan têk birin. Ji wê zêdetir sîstema siyasî ya Tirkiyê guhart û ji sîstema parlamento kir sîstema serokatiyê. 

Di çarçoveya aloziya Sûriyê de, li şûna ku dewleta Tirk piştgirî bide vîna gelên Sûriyê yên li dijî faşîzmê serî hildaye, piştgirî da hêzên Îslama siyasî. Bi her awayî şerê destkeftiyên şoreşa Sûriyê ya bi nûnertiya tecrûbeya Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên demokratîk kir. Ji ber Rêveberiya Xweser û hêzên wê bi yekitiya Sûriyê, pirrengî û demokratbûyîna welat bawer in.

Dijminatiya tecrûbeya Rêveberiya Xweser, astengkirina wê û dagirkirina xaka Sûriyê armanca sereke ya siyaseta dewleta Tirk e.

Di dawiyê de rûyê rasteqîn a dewleta Tirk û Erdogan eşkere bû. Ew jî piştî ku Erdogan di hundir de gelek tişt guhartin û hîmên lîstoka siyasî û civakî guhartin û derfet jê re çêbû ku destwerdanê li gelek dewletên herêmê bike û gelek herêmên Sûriyê dagir bike, pêk hat.

Siyaseta Erdogan a sereke girêdayî Osmaniya Nû ye ku hewl dide hegemoniya xwe ferz bike, herêmê dagir bike, mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê bike, bi wê yekê ewlehî û aştiya herêmê û navneteweyî derbe bike.

(şt)

ANHA