Di salvegera dagirkirinê de banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk hate kirin

Li Reqa û Şehbayê dagirkirina Efrînê û bêdengiya civata navneteweyî hatin şermezarkirin û banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk hate kirin.

17 adar, 2022   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya yê Reqayê, Mala Gaziyan a Rebqayê û Koordînasyona Partiyên Siyasî yên Herêma Efrînê bi daxuyaniyan bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê û herêmên dagirkirî şermezar kirin. Her wiha Tevgera Xwendekarên Demokratîk a herêma Efrînê meşek lidar xist.

REQA

Bi dehan endamên Kombûna Jinan a Zenûbiyayê li lîstogeha Beledî ya bajarê Reqayê kom bûn û bi dehan birîndarên şer li çerxerêya El-Neyîm kom û têkildarî salvegera dagirkiriya dewleta Tirk a li Efrînê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya Reqa Itîmad El-Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de salvegera 4`emîn a dagirkrina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve her wiha koçberkirina şêniyên wê hate şermezarkirin. Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst sivîlan dikuje, koçber dike, demografiya herêmê guherand, daran qut dike û cihên şûnwarî dihilweşîne.

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê her wiha got: "Em soz didin şehîd û jinên Efrînê ku em ê asta têkoşînê ji bo rizgarkirina hemû xakên dagirkirî bilind bikin û bang li dewletên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku hemû jinên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine revandin serbest berdin."

Daxuyaniya birîndarên şer jî ji aliyê Mûsena El-Ubeydî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de dagirkirina Efrînê û bêdengiya civaka navneteweyî derbarê sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tîne, rola Rûsya ji bo hêsankirina dagirkirina Efrînê û hin herêmên din, rola sîxurên dewleta Tirk a faşîst û itîlafa ku îdiya dike ku ew têkoşere û êrişî Rêveberiya Xweser dike, hatin şermezarkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku gelên azadîxwazin têk naçin ji ber îrade û hêza xwe ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan digrin.

ŞEHBA

Koordînasyona partiyên siyasî yên herêma Efrînê daxuyaniyek dan û têde dagirkirina Efrînê şermezar kir û bang kir ku dozên mirovî polîtîze nekin û ji bo derxistina dewleta Tirk û hesabxwestina ji wê û çeteyên wê xebat were kirin.

Daxuyanî li goristana şehîdan a li navçeya Til Rifetê ya navçeya Fafînê bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî, endamên yekitî û saziyên sivîl û ji aliyê endama KPC-D`ê Şêrîn Silêman ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî 4 salan ji dagirkirinê, berxwedana gel di kampan de didome, di heman demê de êşên gelê Sûriyê bi giştî û yên Efrînê bi tayet roj bi roj xirabtir dibin û ew jî ji ber rewşa aborî, kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê.

Her wiha hate gotin, "Divê partiyên siyasî û pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Tirkmen têkevin seferberiyeke giştî da ku îradeya hêzên navneteweyî ya derbarê bêdengiya wê li ser sûcên ku dewleta Tirk de, bişkîne û agirê berxwedanê li Efrînê pêxîne."

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê û rêxistinên navneteweyî û hiqûqî hate kirin ku erka xwe li hember hemû xaka Sûriyê bi cih bîne û bang li dadgehên navneteweyî hate kirin ku dozên mirovî polîtîze nekin, ji bo serbestberdana hemû kesên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine revandin û ji bo hesabxwestina ji dewleta Tirk, xebat were kirin.

ŞEHBA

Têkildarî mijarê Tevgera Xwendekarên Demokratîk a herêma Efrînê meşek lidar xist.

Meş ji deriyê ketina navçeya Ehdas dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bi rihê ciwanên Apoçî em ê Efrîn  rizgar bikin û faşîzim û dagirkeran têk bibin", wêneyên şehîdan û ala Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitina Jinên Ciwan hatin hildan.

Meş li parka navenda navçeya Ehdas veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de daxuyanî ji aliyê xwendekaran ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 4 sal li ser dagkirina Efrînê derbas bû, li Efrînê şervanên YPJ – YPG`ê û gelê wê berxwedaniyeke bê hempa meşand

Her wiha Berxwedana Serdemê hate silavkirin û hemû şehîdên azadiyê hatin bibîranîn. Her wiha soza bilindkirina têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê hate dayîn.

(bx)

ANHA