Li Helebê hunermendan ji bo Efrînê çalakiyek li dar xist

Bi diruşma "Efrîn a me ye", Yekitiya Hunermendan a Helebê bi boneya salvegera 4'emîn a dagirkirina Efrînê mîtîngek li dar xist.

Li Helebê hunermendan ji bo Efrînê çalakiyek li dar xist
Li Helebê hunermendan ji bo Efrînê çalakiyek li dar xist
Li Helebê hunermendan ji bo Efrînê çalakiyek li dar xist
Li Helebê hunermendan ji bo Efrînê çalakiyek li dar xist
Li Helebê hunermendan ji bo Efrînê çalakiyek li dar xist
17 adar, 2022   17:41
HELEB

Mîtnîg li qada Cebanat a beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqûsdê bi amadebûna bi dehan endamên Yekitiya Hunermendan a Helebê hate lidarxistin.

Di mîtîngê de pankartên bi nivîsên "Efrîn a me ye û ya me bimîne", "Tirkiyê ya dagirker zarokên me qetil kirin, şûnwarên me talan kirin û bajarê me wêran kir", "18'ê Adarê roja dagirkirina Efrînê xaleke reş li eniya mirovahiyê ye" û "Na ji dagirkeriya Tirk a li Sûriyê re", şaxê zeytûnan û wêneyên şehîdên êrişên dewleta Tirk  hatin hildan.

Hunermend Ehmed Xanê axivî û got: "Ev roj ji bo me û ji bo şêniyên Efrînê rojeke bi êş û reş e. Sekna me ya li vir ji bo Efrînê ye. Em soz didin ku em ê li Efrînê vegerin. Em ê çalakiyên xwe  berdewam dikin û ji bo rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin."

Paşê jî kilamek li ser azarên Efrînê yên dema koçberiyê got.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

ANHA