Li Hesekê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin

Şêniyên kantona Hesekê pîrozbahiyên Cejna Newrozê berdewam dikin.

17 adar, 2022   16:34
HESEKÊ

Li taxa Telayi, bajarokên Til Tewîl û Til Beyder ên kantona Hesekê agirê Newrozê hate dadan û şahî hatin gerandin. Her wiha qad bi wêne û sembolên Newrozê hatin xemilandin.

Di pîrozbahiyan de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Newroz hate pîrozkirin û bang hate kirin: "Newroza 2022'an bikin Newroza azadiya rêber Ocalan ê ku ji bo rizgarkirina gelên bindst ji koletiyê têdikoşe."

Di axaftinan de şehîdên azadiyê hatin bi bîranîn û banga xwedîderketina li destkeftiyên wan hatin kirin.

Li gundê Til Nesrî yê Til Temirê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de koma Şoreş stranên şoreşger gotin, beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin.

Li Dirbêsiyê jî, Meclisa bajarokê Sêgir şahiyek li ber avahiya meclisê li dar xist. Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û meclisên leşkerî beşdarî şahiyê bûn.

Piştî ku dayikên şehîdan meşelaya Newrozê pêxistin, beşdaran li ber stranan govend gerandin.

ANHA