Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê

Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê, Yekitiya Êzidiyan a Efrînê û Yekitiya Jinên Êzidî pêşangeheke wêneyan vekir. Li aliyekî din projeya "Çîroka warê zeytûnan" wênexêziyê bi mijara dagirkirina Efrînê û berxwedaniya 58 rojan hate vekirin.

Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê
Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê
Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê
Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê
Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê
Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê
Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê
Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê
Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê
Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê
Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê
Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê
Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê
Li Şehbayê pêşangeh û projeya wênexêziyê
17 adar, 2022   16:20
ŞEHBA

Bi boneya salvegera çaremîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê ve, Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê bi koordîneya Yekitiya Jinên Êzidî ya kantona Efrînê pêşangeheke wêneyan vekir.

Pêşangeh li hola Serdem a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî hate vekirin.

Wêneyên ku balê dikişînin ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê, guhertina demgorafî û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê hatin daliqandin.

/ar/uploads/files/2022/03/17/143121_88888888888888.webp

Piştî temaşekirina wêneyan, endama Yekitiya Jinên Êzidî Sîham Beko bi ziman kurdî, hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Hisên Hesen bi zimanê erebî  û endamê rêveber ê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Yekitiya Êzidiyan Mistefa Nebo bi zimanê îngilîzî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Mafên ku xweda daya mirovan wê hêzên tarî yên faşîst nikaribin biçewisînin.

18'ê Adara 2018'an, dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya AKP'ê û serokê wê Erdogan, tevî komên wî yên cîhadest ên terorîst ên di lîsteya cîhanê ya terorê de, herêma Efrînê ya bakurê Sûriyê dagirker kir. Piştî berxwedana lehengî ya xort û keçên Efrînê yên di nava YPG û YPJ'ê de ku 58 rojan dom kir, Efrînê hate dagirkirin. Dagirkeran di êrişan de hemû cure çekên qedexekirî bi kar anîn ku bû sedema dagirkirinê û derdora 300 hezar niştecihên Efrînê yên resen koçber kirin.

Ji roja yekemîn a dagirkirinê ve, hêzên dagirker bi awayekî sîstematîk dest bi guhertina demografî, çandî û olî kirin, nemaze li gundên êzidiyan ola îslama tundraw li ser wan ferz kir. Ev îslam ji rihê îslama rasteqîn dûr e. Her wiha navendên girêdayî komelên Îxwan El-Muslimîn ên tundraw li gundên êzidiyan vekirin, cilên DAIŞ'î li keçên êzidî ferz kirin û bi tirsê ew şandin navendên fêrkirina tundrawiyê .

Di 4 salên derbasbûyî de, dewleta Tirk a dagirker bi çavdêriya MÎT û bi rêya komên cîhadîst hemû cûreyên qirkirina etnîkî û olî, kuştin, koçberkirina bi zorê, ferzkirina fidiye û baceyan li kurdên êzidî ferz kirin. Her wiha mezarên olî yên ku dîroka wan vedigerin hezarên salan wêran kirin, avahiya Yekitiya Êzidiyan xirab bikin û li şûna wê dibistaneke fêrkirina ola tundraw bi navê Îmam û Xetîb ava kir.

Ji wan binpêkirinan hinek hatin belgekirin, lê ji ber qedexeya derbasbûna aliyên navneteweyî yên yekalî û ji ber tirsa derbasbûnê Efrînê û encamên belavkirina agahiyan, me nikarî binpêkirinên din belge bikin.

Binpêkirinên ku hatine belgekirin wiha ne:

1-Kuştina bi zanebûn (9)

2-Revandin, girtina bi behaneyên ne rast û ferzkirina fidiyê (64), çarenûsa hin revandiyan nayê zanîn û hinek din zêdeyî carekê hatin revandin.

3-Ji 19 mezaran, 16 mezar hatin xirabkirin û wêrankirin, bi tiştên tê de hatin lîstin û gorên êzidiyan hatin wêrankirin.

4-Li gundên êzidiyan mizgeft hatin avakirin, dibistan û navendên fêrkirina Quranê hatin vekirin.

5-Malbatên çekdaran li şûna şêniyên Efrînê yên ku hatin koçberkirin, hatin bicihkirin û li gundên êzidiyan yekîneyên mêtîngeriyê mîna (Teawin) li gundê Bafîlûnê û (Besma) li gundê Şadîra yên êzidiyan hatin avakirin.

Ev yekîneyên mêtîngeriyê ji aliyê komele û rêxistinên mîna Şêx Ebdullah El-Nûrî ya Kiwêtê, Rêxistina Eyadî Beyda, Komeleya Filistîn 1948'an a girêdayê Îxwan El-Muslimîn ve tên finansekirin.

Ji ber vê yekê em kurdên êzidî yên Efrînê kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî me, bêdengiya hemû hêzên cîhanê û tevahî hêzên aktîv ên li se erdê, bi taybet Rûsya ya ku xwe wekî garantor nîşan dide û dewleta Sûriyê, tevahî rêxistinên mafên mirovan, di serî de Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî şeremzar dikin.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya li ser Efrîn û tevahî bakurê Sûriyê û ji bo vegera koçberan li mal û bajarên wan bixebitin. Her wiha em bang li civata navneteweyî dikin ku destekê bidin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser bingehê biratiya gelan hatiye avakirin. Vê rêveberiyê di oxira têkbirina DAIŞ a terorîst de bi hezaran şehîd dan."

PROJEYA "ÇÎROKA WARÊ ZEYTÛNAN"

Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê bi alîkariya Komîna Wênexêzan a herêma Efrînê  projeya wênexêzê bi navê "Çîroka Warê Zeytûnan" ya derbarê berxwedaniya gel a 58 rojan li Efrînê ku tablo ji 58 metreyan pêk tê, vekirin. Xêzên li ser tabloyê Efrîn beriya dagirkeriyê, Berxwedana Serdemê û derketina gel ji Efrîn vedibêje.

Ev proje li hola Kongra Star a navçeya Ehdas bi beşdarbûna endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser destpêka hate vekirin. Dayika şehîd Xemgîn, Esmehan Ehmed terîşa vekirina projeyê birî.

Axaftina vekirina projeyê ji aliyê endamê Desteya Kar û Barên Civakî Egîd Xelîl ve hat kirin. Xelîl armanca vekirina vê projeyê diyar kir û got: "Armanca me ji vê projeyê du nameyan bidin cîhanê. Di Qonaxa yekemîn a projeyê de rewşa Efrînê ya beriya dagirkirinê, rewşa di bin banê Rêveberiya Xweser de tê destnîşankirin. Qonaxa duyemîn rojên detpêkê yên êrişên dagirkirinê û berxwedana şêniyan a li hemberî êrişan e. Qonaxa sêyemîn jî girêdayî berxwedana şêniyên Efrînê li kampên Şehba û malên nîvwêrankirî ye. Her wiha qonaxa çaremîn a dawî vegera li Efrînê ye.

Di peyama me ya duyemîn de em dixwazin ji cîhanê re, di serî de rêxistinên mafên mirovan, Konseya Ewlekariyê û aliyên têkildar re bêjin ku mîrasa çandî û mirovî biparêzin û kiryarên ku dewleta Tirk li Efrînê dagirkirî pêk tîne sûcên qirkirina etnîkî ye û divê were darisandin."

Qonaxa yemîn a projeyê ku ji aliyê 15 wênesazên ji Efrînê ve hatiye dewrgirtin wê îro bi dawî bibe. Tê de wê bi wêneyan rewşa gola Meydanê, Esed û û deverên Eyn Dara û Nebî Horî beriya dagirkirinê vebêjin.

Proje wê heta meha Gulanê dewam bike.

ANHA