​​​​​​​‘Gerîla heqîqeta me ye’

Endamên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê piştgirî da gerîla û got "Gerîla rastiya me ne û çi qasî artêşa Tirk êriş bike jî, dê serkeftin para gerîlayan be."

​​​​​​​‘Gerîla heqîqeta me ye’
4 sibat, 2022   08:16
KOBANÊ

Ji 23`yê Nîsana par ve artêşa Tirk êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê dike, lê gerîla hemû êrişan wan têk birin.

Têkildarî mijarê endamên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê ji ajansê re axivîn.

Şanoger Elî Îsa axivî û got: "Dewleta Tirk her tim li çiyayên Kurdistanê gerîlayan dike armanc, lê bi bin dikeve. Tirkiye li hundir û derve dorpêçkirî ye, ji aliyekî ve zehmetiya krîza aborî dikişîne û li aliyekî din jî gelê Tirk xapandina hikumetê hîs dike."  

Îsa destnîşan kir ku her kes dizane gerîla li ser heqiyê ne û şopdarên vê xetê her tim serkeftin para wan e, lewma çi qasî dewleta Tirk asta êrişên xwe xurttir bike, dê gerîla bi ser bikevin.

Helbestvan û çîroknivîs Mihemed Misê axivî û got: "Heta bi kevirên çiyayên Kurdistanê yên pîroz ji şerê dagirkeran nafilitin, lê bi saya berxwedana gerîla di serdema me de her kesî dîroka Kurdan nas kir ku ji hemû cîhanê re îsbat kirine ku ew aştîxwaz in. Dijminên mirovahiyê, di serî de artêşa dewleta Tirk, komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk tîn."

Mihemed Îsa ev li axaftina xwe zêde kir: "Îro artêşa dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî ewladên me yên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê bi kar tîne, li hemberî vê yekê jî cîhan bê deng e, lê em gelê Kurd li ser vê bêdengiyê mat namînin ji ber ku yên me ji beriya serdemekê ve parçe kirin, helbet dê bi qirkirina me ya li ser destê leşkerên Tirk û hikumetên wan ên faşîst re be. Em ji çi kesên hewl didin bi rihên me bilîzin re dibêjin, em tu carî teslîm nabin, her gerîlayek bi hezar leşkerên ku êrişî kevirên çiyayên Kurdistanê û gelê wê dike, ne."

‘GERÎLA RASTÎ Û HEBÛNA ME NE’

Endama Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê Leyla Ehmed têkildarî mijarê wiha axivî: "Gerîla rastiya me ne ku xwestin di dîrokê de binax bikin, lê ji dagirkeran re dibêjin êdî bes e, lewma em nema hesabên tu tiştî dikin, ji ber ku bi saya hebûna berxwedana lehengane ya ku gerîla li çiyayên Kurdistanê pêk tînin, em bûne xwedî hêviyên mezin."

Leyla Ehmed wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dema em dibêjin gerîla, em behsa dîrokeke qehremaniyê dikin ku bi destên lehengên li çiyayên Kurdistanê yên pîroz, hatiye nivîsandin."

(eh)

ANHA