Êrişên DAIŞ û dewleta Tirk a faşîst - HALÎL CEMAL

Êrişên DAIŞ û dewleta Tirk a faşîst - HALÎL CEMAL
4 sibat, 2022   00:37

DAIŞ amûra berbelavbûnê ya dewleta Tirk a faşîst û berhemeke global e

Di êvara 20’ê Çileya 2022'yan de girtîgeha Sînaa ya li Hesekê rastî êrişa çeteyên DAIŞ'ê hat. Nêzî 4 hezar girtiyên ku bi desteka êrişkarên derve îsyan kir, 77 wezîfedarên li girtîgehê bi awayekî hovane kuştin û hundirê girtîgehê xist bin kontrola xwe. Piştre hêzên QSD'ê mudaxele kir û êrişkar li derveyî girtîgehê bê bandor kirin û piştre li girtîgehê dest bi operasyonê kirin da ku ji nû ve kontrol bikin. Çeteyan çekên hêzên ewlekariyê yên li girtîgehê jî bi dest xistin û pevçûn çêbû. Li gorî daxuyaniya QSD'ê ya 31'ê Çileya 2022'yan zindan bi tevahî hat kontrolkirin.

Di dema êrişê de ku bi qasî 200 çeteyan pêk anî, bi giştî 40 şervanên QSD'ê û 4 sivîl şehîd bûn. Her wiha gelek çete hatin kuştin. Piştî êrişê kesên li taxên derdora girtîgehê bi demkî veguhastin cihên din ên ewle yên wekî dibistan, mizgeft û hwd heta ku operasyon bi dawî bûn. Çeteyên ku di dema şer de hem li derve hem jî li hundirê girtîgehê birîndar bûn, ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.

KÊ ÇI BERTEK NÎŞAN DA?

Ji ber êrişa li girtîgehê û piştî wê, bertekên cuda derketin.

Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişê bi hêzên QSD'ê re hevkarî kir. Bi navê hikumeta Şamê daxuyanî hatin dayîn û operasyonên QSD'ê wek gef û sûcê şer dîtin. Hin kes li ser navê ENKS'ê axivîn û daxuyaniyên bi heman rengî dan. Li gorî wan daxuyaniyan, QSD'ê bi vê bûyerê re êrişî gel dikir û ev yek jî lîstikeke “PKK/PYD”ê bû. Medyaya dewleta Tirk jî got "PKK li Hesekê sivîlan qetil dike."

Çapemeniya navneteweyî û saziyên cuda yên mafên mirovan, tevî ku gelekî dereng jî be, êrişa li ser girtîgehan dît. Lê belê bi rengekî neyekser jî digotin sedema êrişê QSD û Rêveberiya Xweser e. Bi vê yekê re nêzîkatiya îdeolojîk a hêzên global jî nîşan dan. Şefê faşîst Erdogan got “Dê dora we jî bê”, gefa qutkirina zimanê stranbêj û hunermenda navdar Sezen Aksû xwar û bendewariya xwe ya ji vê êrişê anî ziman. Hema piştî êrişê serokwezîrê Iraqê Kazimî bi sefîrê Tirk ê li Bexdayê û rayedarên îstîxbaratê re hevdîtin çêkir. Piştî vê bûyerê bi demeke kurt wezîrê karên derve yê dewleat Tirk a faşîst bi wezîrê karên derve yê Îsraîlê re bi telefonê axivî.

KES NAXWAZE WELATIYÊN XWE YÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê WERGIRE

Di girtîgeha Sînaa ya Hesekê de ku rastî êrişê hat, ew çete hene ku serê Kurd, bi taybetî xiristiyan û êzidiyan jê kirin û komkujiyên komî kirin, jinên dîlgirtî li bazaran firotin an jî xistin haremên xwe. Ji ber van êrişên çeteyan bi milyonan mirov ji cih û warên xwe bûne û ev yek dewam dike. Li vê girtîgehê ji 4 hezarî zêdetir sûcdar hene ku ev sûcên dermirovî kirine. Li aliyê din, ev girtîgeh ne tenê di bin kontrola QSD'ê de ye, di heman demê de hêzên Koalîsyonê jî kontrol dikin.

Ji bilî yên li vê girtîgehê, malbat û zarokên wan jî li kampan hene. Li kampan zêdetirî 70 hezar mirov dijîn. Çete û piraniya van malbatan welatiyên dewletên din in. Tevî bangên dubare yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji van dewletan re, welatiyên xwe venagerînin. Ji bo darizandina DAIŞ'iyên girtî, kes tiştekî nake. Hem kamp hem jî ev girtîgeh mîna bombeyeke li ber teqînê ne. Ev bombe ji bo çi û çima niha tê teqandin?

Bersiva vê pirsê dikare bi hêsanî bi nirxandina wan bûyeran re were dayîn.

IRAQ Û BAŞÛR JI BO DAIŞ'Ê XELEKÊN QELS IN

Bêaramiya siyasî ya li Iraqê, êrişên dewleta faşîst a mêtînger ên li dijî gerîla, Şengal û kampa Mexmûrê bi desteka PDK'ê derfetên nû ji DAIŞ'ê re jî afirand. Ji ber vê yekê, mîna dema borî DAIŞ'ê êrişên xwe zêde kirin dîsa ji Iraq û Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Li Iraqê dest bi topbarankirina gundan kirin û welatîyên sivîl kuştin. Hêzên navneteweyî çek û cebilxane di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de didan hikumeta PDK'ê lê li dijî gerîla bi cih bûn, hêzên pêşmerge û gelê sivîl ên li herêmên din, li ber êrişan bê parastin hiştin. DAIŞ'ê êrişên dubare kirin û ev rewş kir firsend.

Ji ber vê yekê, ev yek versiyoneke nû ya wê pêvajoya ye ku bi êrişa DAIŞ’ê ya li ser Mûsilê re dest pê kiribû. Dewlet Tirk a faşîst/mêtinger mîna ku di êrişên dawî de jî tê dîtin, êrişên xwe yên li ser Mexmûrê û Şengalê jî didomîne. Ji ber vê yekê, ev herêmên ku hêza xwe ya xweparastinê heye, li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ'ê bê parastin tên hiştin.

DYA Û NATO LI PIŞT ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK IN

Ne şaş e ku mirov bibêje NATO bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li pişt êrişên DAIŞ'ê û êrişên gerîla yên li seranserê Iraqê û yên li dijî Şengalê ye. Bi fikira ku DAIŞ berhemeke NATO'yê ye, ev şîrove rasttir dibe.

Di demekê de ku ev tişt li Iraqê pêk dihat, dest bi çêkirina senaryoya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Civînên Astanayê yên herî dawî di 21-22'yê Kanûnê de hemû hêzên dijberên Rêveberiya Xweser tev lê bûn. Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê tev li vê civînê bû. Di civînê de hêzên ku hema hema ji aliyê hemû cîhanê ve wek 'terorîst' hatin îlankirin, hebûn. Lê tenê Rêveberiya Xweser ku dewleta Tirk a faşîst jê re dibêje 'terorîst' û nêzî ji sedî 30’ê Sûriyê di destê wan de bû, tune bû. Polîtîkayên şerê taybet ên PDK/ENKS'ê ji vê pêvajoyê cuda nîn in.

Kaosa li Sûriyê û krîza Ukraynayê xwedî taybetiyeke cuda bû. Ji ber vê yekê DYA/NATO û Rûsya gelek caran li Ukraynayê û li Sûriyê rû bi rû dimînin. Pirsgirêkên ku li yek ji van her du welatan zêde dibin, li welatê din jî xuya dibin. Dewleta Tirk a faşîst jî hewl dide vê rewşê ji bo xeyala Mîsaqî Mîllî pêk bîne û bike firsend. Ji ber vê yekê, divê ne şaş be ku zextên DYA’yê yên li Ukrayna û Kazaxistanê û êrişên dewleta Tirk ên li hemberî herêma me, ji hev neyên cudakirin. Her wiha rast e ku Rûsyayê çavê xwe ji êrişên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re girt û teşwîq kir jî da ku amerîka xizmeta siyaseta Rûsyayê neke da ku dewleta Tirk a faşîst li gel xwe bihêle. Ya girîng ji bo Amerîka û Rûsyayê ew e ku di vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bikarin bazarên nû bi dest bixin an jî yên heyî xurt bikin. Li aliyê din rastiyek e ku DYA ji bo hebûna xwe ya li herêmê pêwîstî bi êrişên DAIŞ'ê heye. Divê ev rastiya êrişên DAIŞ'ê yên li Iraq û Sûriyê jî bê dîtin.

ÊRIŞ BI TENÊ JI BO REVANDINÊ NEBÛ

Êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê, nikare tenê wek hewldaneke rizgarkirina çeteyan bê dîtin. Bi taybetî di mijara çeteyên DAIŞ'ê de ku di dîzaynkirina herêma me de rola wan di çarçoveya "Projeya Mezin a Rojhilata Navîn" de li vê girtîgehê heye, kêmkirina vê bûyerê bi tenê revandinê, wê şaşiyeke mezin be.

Ji ber ku DAIŞ rêxistineke çêkirî ye ku ji bo ji nû ve dîzaynkirina herêmê hatiye amadekirin. Bi dagirkirina Mûsilê re ev rêxistin li nava sînorên Mîsaqî Mîllî ku herî zêde ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve dihat xwestin, serdest bû. Ji ber vê yekê navê xwe kir Dewleta Îslamî ya Iraq/Şamê. Reqa dagir kir û xelîfetiya xwe lê îlan kir. Bi van geşedanan re 'Projeya Osmaniya Nû' ya desthilata faşîst a AKP'ê dest pê kir. Êrişên li ser Mexmûr-Şengalê û êrişa li ser Kobanê di çarçoveya vê projeyê de çêbûn. Hikumeta Erdogan a faşîst ev rêxistina çêkirî veguherand serkêşa plana xwe ya ji bo bicihanîna vê projeyê. Ev plan li Kobanê hat pûçkirin. Li kampa Mexmûrê û Şengalê DAIŞ têk çû û Reqa ket.

Şefê faşîst Erdogan herî dawî got bendewariyên wî yên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih nehatine û got ew ê ji niha û pê ve serî li rê û rêbazên cuda bidin. Belê, êdî aşkera bûye ku ev êriş rêbazeke cuda ye.

ARMANCA ÊRIŞA LI SER GIRTÎGEHÊ ÇI BÛ?

Şoka êrişên ji nişka ve dê di nava civakê de panîk çêkira û çeteyên DAIŞ'ê dê çeteyên girtî hildana û berê xwe bida bajarê Hesekê û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin dagirkirin, çeteyên ku ji mêj ve amadekarî dikirin, dê êriş bikira û dawî li hebûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bianiya. An jî heke ev plan bi ser neketa jî, dibe ku Rêveberiyeke Xweser a qelsbûyî bikişandana nava dan û standinên cuda. Plan ev bû. Lê belê destwerdana destpêkê ya QSD'ê nehişt ev encam pêk were.

CAREKE DIN HÊVIYÊN ERDOGAN PÛÇ BÛN  

Belê, mîna her demê êrişkarên bi navê DAIŞ’ê encama ku dixwestin, bi dest nexistin. Şefê faşîst Erdogan ku destek dida xîlafeta DAIŞ'ê, got "Kerem bikin, Kobanê dikeve." Erdogan îro jî wekî wê rojê xeyalşikestî ye. Di şexsê Sezen Aksu de nekarî zimanê civakê bibire. Rêveberiya Xweser careke din hêviyê dide dostên xwe. Her wiha dijminên xwe jî tirsandin. Lê şefê faşîst pirsgirêka Ukraynayê wek "xêra xwedê" dibîne û dixwaze nakokiya di navbera hêzên global de bike alaveke ji bo ku pê êrişî Kurdan bike. Her wiha êrişên hewayî yên demên dawî jî zêde bûn. Bi taybet jî dema ku herêma Rojava/Dêrikê di bin garantoriya Amarîkayê de ye, her wiha diyar e ku îcazet ji kê hatiye girtin. Jixwe Mexmûr û Şengal bi teşwîq û erêkirina hêzên global û bi taybetî jî NATO'yê tê bombekirin. Herêmên Parastinê yên Medyayê bi heman teşwîq û erêkirinê tên bombekirin an jî tê armanckirin ku rasterast bên dagirkirin. Dewleta Tirk a faşîst ku endama NATO'yê ye, di vî warî de piştgiriyeke bêsînor jê re heye û her cure sûcên şer dike û êrişî Kurdan dike.

DAIŞ BERHEMEKE NATO'YÊ YE

Bi kurtasî DAIŞ berhemeke NATO'yê ye. Dewleta Tirk a faşîst jî endameke çalak a NATO'yê ye. Zirara li DAIŞ û dewleta Tirk a faşîst bikeve, zirara li ser NATO'yê ye. Rastiya ku DYA, Fransa û Brîtanya jî ji ewlehiya girtîgeha Hesekê berpirsyar in, vê rewşê naguherîne. Hêzên Koalîsyonê û hêzên QSD'ê di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de tifaqa xwe ya leşkeri heye. Lê belê hevalbenda wê yê îdeolojîk/polîtîk/stratejîk dewleta Tirk a faşîst e. Hevkarê herêmî yê vê hevalbendiyê PDK/ENKS ye. Ji ber vê yekê, ev derdor dijminê dewleta Tirk a faşîst jî wek dijminê PDK/ENKS'ê dibînin. Hedefgirtina Mexmûr, Şengal û Dêrikê jî girêdayî vê nêzîkatiya dijminane ye. Li her sê cihan, divê bê lêpirsînkirin bê ka kê îstîxbaratê dide. Hêjayî gotinê ye, yên ku ji DAŞ'ê re li çepikan didin, yên ku li girtîgeha Hesekê serê 77 wezîfedarên Kurd jê kirin, bi qasî DAIŞ'ê antî Kurd in. Kurd çi qasî zirarê bibînin an jî winda bikin, ew qasî kêfxweş dibin. Lewma çapemeniya PDK'ê natirse ku bi kêfxweşiyeke mezin êrişên dewleta Tirk a faşîst wek "êrişên li hemberî nuqteyên PKK'ê" bide. Eger ev derdor dixwazin bibînin bê ka li dijî kê dijminatiyê dikin an jî dostaniyê dikin, divê li dîmenên oxirkirina cenazeyan binêrin.

DÊ NEKARIN XWE JI HESABDAYÎNÊ XILAS BIKIN

Lê belê divê were zanîn; her ku mêtingerên faşîst û dijminên gelan têk biçin, dê xayîn nekarin xwe ji hesabdayîna ji vî gelî re xilas bikin.

Tevî hemû dek û dolabên qirêjî û êrişan jî, yên bi rêxistinkirî û ji bo rûmeta xwe li ber xwe didin, dê bi ser bikevin. Her ku em li pêşberî vê berxwedanê azadiyê bi dest bixin, dê noker û xayîn hinekî din rûreş bibin!

Rêber Apo ji bo Rojava gotibû "Xeta me ya sor e”. Her wiha Şengal, Mexmûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê, her bihosteke Kurdistanê divê ji bo Kurdan xeta sor be û bi şîara "Dem dema azadiyê ye" divê Kurd û dostên wan li ser bingeha yekitiya Kurdan û gelan tev li şerê gel ê şoreşgerî yê li dijî faşîzm û nokeriyê bibin.