Bi hişyariya gel û kombûna wê li derdora QSD'ê planên dijmin têk çûn

Bi saya hişyariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim li bajarê Hesekê û parvekirina erkên paratinê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê re, plana DAIŞ û alîgirên wê di tunekirina Rêveberiya Xweser de têk çûm.

Bi hişyariya gel û kombûna wê li derdora QSD'ê planên dijmin têk çûn
Bi hişyariya gel û kombûna wê li derdora QSD'ê planên dijmin têk çûn
4 sibat, 2022   01:48
HESEKÊ – MEHMÛD IBÊD

Ji destpêka aloziya Sûriyê di aliyê civakî û nexasim ewlehî de, HPC`ê yan jî xweparastina gel cewhera jiyanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bi her hewldaneke dewleta Tirk re ku aramî û ewlehiya herêmê xirab bike, şêniyên herêmê parastinê dikin.

Têkildarî girîngiya parastina cewherî di aramiya civakan û aktîfkirina rola gel di destekdayîna hêzên ewlehiyê de, welatiyê bi navê Fehed El-Wezîr ku ji bajarê Hesekê ye diyar ku parastina cewherî erkeke pir girînge  ji bo parastina civakê çi di aliyê leşkerî de û çi di aliyê civakî de û têde civak dikare rola xwe di jiyanê de pêk bîne.

Fehed El-Wezîr wiha axivî: "Em xwedî sîstema parastinê ne. Parastin ji me hemûyan tê xwestin. Divê her kes xwe, malbat, mal û bajarê xwe ji êrişên li ser ewlehiya civakê biparêze. Heger ne wisa be dê ne xwedî roleke çalak di jiyanê de be û zû dê bidawî bibe."

El-Wezîr anî ziman bi xweparastinê dê hemû planên li dijî kes, malbat û civakê bi bin bikevin. Her wiha got, bi parastinê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şikadin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê êrişên leşkerî de, komîteyên parastinê yên di komîn û meclisên taxan de û şênî bi dildarî li kêleka QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastinê dikin û nobetê digirin.

Bi her bûyerekê re hişyarî û hevgirtina gelên herêmê bi QSD`ê û hêzên ewlehiyê re diyar dibe.

Bi êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran û hewldanên wan ên ketina taxên bajar re, Hêzên Ewlekariya Hundirîn çete dorpêç kir û ew neçar kir ku xwe teslîm bikin, bi sedan şêniyên bajarê Hesekê parastina bajarên xwe kirin û bi hêzên ewlehiyê re sekinî.

Welatiyê bi navê Ebdulkerîm Mihemed ê ji bajarê Hesekê bi zarok û cîranên xwe re parastinê dikin û wiha got: "Di rojên dawî de ez, zarok û cîranê xwe derketin û me parastina taxa xwe kir. Em diyar dikin ku em ê parastina welatê xwe bikin û bi hêzên xwe yên leşkerî re bisekinin ku planên tevlîheviyê li dijî herêmê, bi bin xist."

Têkildarî mekanîzmeya parastinê Mihemed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo parastina taxa xwe em ji saetên êvarî heta sibeha derdiketin dewriyeya. Ev yek bêyî westandin dihat kirin. Ji ber ev erkeke niştîmanî ye û çi dema ku rewşeke awarte derdikeve em vê yekê dikin. Em xwe, zarok û welatê xwe ji her kesê ku dixwazin ewlehiya civakê xira bikin û zerar bidin, diparêzin."

(bx)

ANHA