Ezmûna gelên şoreşa 19`ê Tîrmehê li dijî girtina deriyan

Hêzên ku ji çêkirina sînoran têr nebûne, niha jî bi ambargoyan teslîmiyetê ferz dikin. Herêmek ji çar aliyan ve hatiye dorpeçkirin, ev 12 sal in armancên wan aliyan têk dibin, lê ruxmî vê jî dagirker liber xwe nakevin.

Ezmûna gelên şoreşa 19`ê Tîrmehê li dijî girtina deriyan
22 ÇILE, 2022   05:31
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Cîhana bêsînor ji aliyê kê û çima hat bisînorkirin? Danîna sînoran nebes bû bi girtina deriyan re çi dixwazin pêk bînin? Her çiqas li gor dema tevgera netewdewletan derbarê sînoran de bê guhertin jî armanca wan yek e. Di hin dema de sînor ji bo parastinê, hin caran jî wekî siyaseta dewleta Tirk `perçe bike, parve bike û bi rê ve bibe` hat meşandin. Niha jî li ser teslîmgirtina gelên şoreşê ye.

Peyva sînor di ferhengê de tê wateya xeta veqetandina du welatan. Ango perçekirina cîhane ye. Cara yekemîn di sala 1659`an de di navbera Fransa û Îspanya de bi peymana Prene, perçekirin û veqetandin hat fermîkirin. Piştî şerê cîhanê sînorên dewletan ji aliyê netewdewletan ve zêdetir hatin danîn ku bi peymanan jî ev hatin îmzekirin.

Di xwezaya cîhanê de sînor bi çiya û avê hatine veqetandin ku ji van sînoran re dibêjin sînorên xwezayî. Sînorên ku bi destê netewdewletan bi dîwar, têl, piran û deriyên sînor hatine lêkirin re jî dibêjin sînorên çêkirî. Mirov dikare bibêje ku bi mêtîngeriyê re sînor hatin avakirin.  Paşê jî bi avakirina mekanîzmaya netewdewlet her ku çû di navbera gelan de sînoran berfirehtir bûn. Pirrengiya gelan di nav van sînoran de hatin pişaftin.  Netewdewletan ev sînor gelek caran ji bo berjewendiyên xwe yên teng, birçîkirina gel, êriş, teslîm girtin, şêwazê getto û zindanan bi kar anîn.

Ev sînorên çêkirî herî zêde li ser Kurdistanê hatine danîn. Di sala 1639’an de li gorî peymana Qesra Şêrîn (Kasr‐i Şerin), împaratoriya Osmanî û Safewiyan sînorê îro yê di nav Îran û Tirkiyê de danîn. Her wiha bi peymana Sykes-Picot ku di 16`ê Gulana 1916`an de pêk hatibû nexşeyeya Kurdistanê di navbera dewletên netewperest Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de perçe kirin.

Li dijî van qutkirina gelan, perçekirin û parvekirina welatan, Rêber Abdullah Ocalan paradîgmaya civaka demokratîk-ekolojîk û azadiya jin afirand da ku ev sînorên ku dagirkeran li ser gelan ava kirine, hildiweşîne.

Di sedsala ku behsa cîhaneke bê sînor tê kirin de, ber bi çav e ku hîn zêdetir herêm tên dagirkirin û netewdewlet sînoran berfirehtir dikin. Ev tevger bi taybet ji aliyê dewleta Tirk û dagirkerên Kurdistanê ve têne dîtin.

DAGIRKER Û BIKARANÎNA SÎNORÊN ÇÊKIRÎ

Beriya 12 salan di van rojan de bi Bihara Gelan re serhildanên li dijî mêtingerî û kedxwaran dest pê kir. Ev çirûska ku li gelek welatan belav bû, li Sûriyê jî dest pê kir. Her çiqas li herêmên din, bi tundiyê hatibin têkbirin jî, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cûdahiyek mezin di 19`ê Tîrmehê de şoreşê dest pê kir.  Pêvajoya Bihara Gelan şertên şoreşa Rojava hêsantir kir. Ev paradîgma li dijî netewdewletan rastî êrişan hat. Çawa ku bi şerê çekdarî û bi şerê taybet bi ser neketin niha bi şêwazên cûda ketine meriyetê. Bi têkbirina çeteyên DAIŞ`ê re êdî dorpêçkirina herêmê, qutkirina avê, polîtîkayên birçî bike teslîm bigre û girtina deriyên sînor zêdetir bûn. Ev polîtîka ji aliyê dewleta Tirk, hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Şamê ve hatin meşandin ku heya niha jî didomin. Ruxmî vê jî ne herêm ne jî gelên herêmê teslîm nebûn û nabin.

Herî zêde dirêjahiya sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Tirkiyê re heye ku 13 deriyên sînor di navbera Sûriyê û dewleta Tirk de hene. Lê gelek ji wan di bin dagirkeriyê de ne û yên mayî jî ji destpêka krîza Sûriyê heya niha girtî ne. Tenê ji aliyê derbaskirina çeteyên DAIŞ, El Nûsra, çeteyên bi navê Oso, MÎT, leşkerên dewleta Tirk dihatin vekirin.

 Deriyên sînor yên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi Bakurê Kurdistanê re wiha ne;

* Deriyê Qamişlo (Deriyê Nisêbînê) di navbera navçeya Nisêbîn a girêdayî Mêrdînê û bajarê Qamişlo de cih digre.

* Deriyê Kobanê (Murşîtpinar) di navbera bajarê Kobanê û bajarê Riha yê de ye.

* Deriyê Dirbêsiyê (Şenyurt) di navbera navçeya Dirbêsiyê a Rojava û navçeya Qoser a girêdayî bajarê Mêrdînê de ye.  

* Deriyê Eyndîwar (Çavuşkoy) demekê dirêj e nayê bikaranîn ku tenê pire (cisir) tê de heye.

Beriya krîza Sûriyê ev derî vekirî bûn. Lê ev 10 sal zêdetir e ji aliyê dewleta Tirk ve bi hincet û planên dorpeçê hatine girtin.

Deriyên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de jî wiha ne;

* Deriyê Cerablus (Karkamiş) di navbera bajarê Dîlok û Cerablus ê de ye.  

* Deriyê Sêrekaniyê (Ceylanpinar) di navbera bajarê Riha û Serêkaniya dagirkirî de ye.

* Deriyê Girê Spî (Deriyê Akçakale) di navbera Riha û Girê Spî ya dagirkirî de ye.

* Deriyê Raî girêdayî Bab`ê ye (Çobanbey) di navbera bajarê Kilîs û Babê ya dagirkirî de ye.

* Deriyê Ezaz; Bab Selamê (Oncupinar) di navbera bajarê Ezazê ya dagirkirî û Kilîsê de ye.

* Deriyê Îslahiyê (Ikbiz) di navbera Hatayê û Efrîna dagirkirî de ye.

* Deriyê Babil Hawa (Cilvegozu) di navbera Îdliba dagirkirî û Hatayê de ye.

* Deriyê Azmarîn (Karbeyaz) di navbera Hatayê û Îdlibê de ye.

Ev derî beriya krîza Sûriyê vekirîbûn. Lê bi şoreşa 19 Tîrmehê re hatin girtin. Piştî ku ketin bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê dîsa hatin vekirin. Leşkerên dewleta Tirk, çeteyên girêdayî dewleta Tirk, MÎT, erebeyên leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve di van deriyan de tên derbas kirin. Şaneyên veşartî yên DAIŞ û MÎT ji van sînorên dagirkirî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin. Her wiha malbatên çeteyan ji van deriyan derbasî Tirkiyê dibin. 

Deriyên di navbera Tirkiyê û hikûmeta Şamê de wiha ne;

* Deriyê Keseb (Yayladağı) di navbera bajarê Hatay û bajarê Latkiyê de ye. 1988`an de hat avakirin. 2014`an de hat dagirkirin. Piştî hikûmeta Şamê kir bin qontrola xwe dewleta Tirk derî ji aliyê xwe ve girt ku ev derî girtî ye.

Deriyên di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ne;

* Deriyê Tepqa di navbera bajarê Tepqa û hikûmeta Şamê de ye. Deriyê bazirganiyê ye.  

* Deriyê El Ekêrşî di navbera bajarê Reqa û hikûmeta Şamê de ye.

* Deriyê Ebu Elasî di navbera bajarê Tepqa û hikûmeta Şamê de ye.

* Dêriyê El Sepxa di navbera bajarê Reqa û Derazorê de ye.

* Deriyê El -Tayih di navbera bajarê Minbic û hikûmeta Şamê de ye. Ev deriyê tîcaret û çûyîn hatina hemwelatiyan e.

* Deriyê Salihiyê di navbera bajarê Derazorê û hikûmeta Şamê de ye.

Ev derî niha girtî ne. Li gor daxwaza hikumeta Şamê bê ku agahî bidin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê girtin. Di van deriyan de pêdiviyên xwarin-vexwarinê bi bacên bilind tên derbas kirin ku ev dibe sedem ku buhabûn çêbibe. Lê wekî ku hikumeta Şamê ji vê têr nabe gelek caran bi girtina derî gefan dixwe, şantaj dike û li ser heman siyaseta dewleta Tirk deriyan digre. Dema derî vekirî bin hemwelatî serdanan dikin û nexweş ji bo tedawiyê derbasî herêmên hikumeta Şamê dibin.

Dêriyê di navbera çeteyên girêdeyî dewleta Tirk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de;

* Deriyê Um Cilûdî (Himran) di navbera Minbic û Cerablûsa dagirkirî de ye.

* Um Dedat di navbera bajarê Minbic û Cerablûsa dagirkirî de ye.

Derî bi talîmatên dewleta Tirk a dagir ve tê girtin û vekirin. Madeyên ku tên derbaskirin tenê yên ji Tirkiyê ne û derbaskirina madeyên xwarinê, derman û pêdiviyên tenduristiyê jî ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên qedexekirin. Ev derî niha girtî ne.

Deriyê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ne;

* Deriyê El-Welîd, di navbera bajarê Derikê û Başûrê Kurdistanê de ye. Derî 35 km dûrî deriyê sînor ê Sêmalkayê ye. Rêveberiya deriyê Pêşxabûr ê girêdayî PDK`ê rêveberiya deriyê El-Welîd dike. Deriyê El-Welîd beriya 4 salan hat vekirin da ku madeyên lêkirinê weke çemento û hesin derbas bibin. PDK`ê piştî girtina deriyê Sêmalka di 16`ê meha Kanûna sala borî deriyê El-Welîd jî girt.

* Deriyê Sêmalka (Pêşxabûr) di navbera bajarê Dêrikê û Başûrê Kurdistanê de ye. Ev derî di sala 1991`an de vebû. Derî ji 2004`an heya şoreşa 19'ê Tîrmehê hat girtin.  Piştî şoreşa 19 'êTîrmehê bê agahdariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi keyfî gelek caran hat girtin û bi mehan nehat vekirin. Serweriya derî di destê PDK û siyaseta dewleta Tirk de ye. Pêdiviyên xwarin, vexwarin, dermanên nexweşiyan ji derî derbas dibe.  

* Sala 2013`an di pêvajoya xebatên Desteya Bilind a Kurd de derî ji aliyê PDK`ê ve hat girtin. Di Nîsana 2013`an de 9 mehan derî girtî ma.

* Di pevajoya fermana li dijî êzidiyan ya sala 2014`an de derî 4 mehan hat girtin.

* Di Çileya 2016`an de 4 mehan hat girtin.

* Di sala 2019'an de ji ber virûsa korona hat girtin.

* 15 meha Kanûna sala borî jî dîsa hat girtin ku heya niha girtiye.

* Deriyê Til Koçer di navbera navçeya Til Koçer û li hemberî deriyê Rebîa yê li aliyê Başûrê Kurdistanê de ye. Deriyê Til Koçer deriyê 2. yê herî mezin yê di navbera Sûriye û Iraqê de ye. 10`ê Tîrmeha 2021`ê Rûsya û Çînl cara sêyemîn veto bi kar anîn da alîkariyên mirovî bi rêya deriyê sînor ê Til Koçerê derbasî herêmê nebin. Piştî wê biryarê heya niha derî girtiye. Rûsya û Çînê jî bûn hevkarê ambargoya li ser herêmê tê meşandin.  

SÊ DEWLET BIHEV RE DERIYAN DIGRIN

Dorpeçkirina gel ji aliyê dewleta Tirk a dagiker, çeteyên wê, hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Şamê ve li ser yek armancê ye ku ji siyasetên wan ên qirêj ne qut e. Çawa ku ruxmî hemû êriş û polîtîkayên qirkirinê herêm têk nebirin bi van rêbazan ev 12 sal in di nav tevgerê de ne. Herî dawî jî di encama van hewildanan de hemwextî deriyê Sêmalka û El Welîd girtin. Vê carê jî hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK`ê li ser şantajê ev derî girt. Çalakiya kon a li Sêmalkayê ya ku 5`ê Mijdarê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi armanca wergirtina cezayên gerîlayên bi îxanetê şehîd bûne, hat vedan diyare ku vê çalakiyê hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK`ê kiriye nav tengasiye. Ji ber wê ye ku Di 15'ê Kanûna sala borî  de êrişî endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye û Yekîtiya Jinên Ciwan kir. Piştî êrişê PDK`ê deriyê Sêmalka û El -Welîd li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin.

Têkildarî girtina deriyan ji aliyê 3 hêzan ve, endamê Rêveberiya Giştî ya Bazirganiyê ya Herêma Cizîrê Mensûr Mehmûd, ji ANHA re axivî.

`ZEHMETÎ HER HENE LÊ EM LI GOR WAN NAMEŞIN`

“Girtina van deriyan bandor li siyaseta me nake” bi van gotinan Mensûr Mehmûd, anî ziman ku hewildanên ku ji aliyê 3 hêzan ve tên kirin bi sernakevin û got: “Piştî ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê deriyên fermî girtin niha hikumeta Başûrê Kurdistanê jî girtin. Ji bo zextê li ser gelê herêmê bidin meşandin ev derî hatin girtin. Rast e, ev derî bandorek neyînî a mezin li civakê kir, lê berxwedaniya leşkerî, civakî û aborî jî her berdewam dike.  Zehmetî her hene lê em li gor wan nameşin.”

Mensûr Mehmûd, diyar kir ku girtina van deriyan her bêagahî û bêdiyarkirina sedeman çêdibe. Deriyê Sêmalka, di sala 2013`an de ji bo bazirganiyê hat bikaranîn. Deriyê El Welîd jî ji bo derbaskirina çekên giran û lojîstîka koalîsyonê dihat bikaranîn. Piştî girtina Sêmalka û El Welîd jî hikumeta Şamê jî derî girt. Derbarê vê de Mensûr Mehmûd, destnîşan kir ku carna her sê dewlet carekê de derî digrin ku ew jî ji bo peydekirina pêdiviyên civakê neçar dimînin ku rêya qeçaxtî ji tucaran re vedikin.

ENCAMA SIYASETÊN DAGIRKERAN: HERÊM BÛYE SÛKA XERCKIRINÊ

Mensûr Mehmûd, daxuyakirin ku di encama siyasetên dagirkeran de Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye sûka xerckirinê û got: “Berê li herêmê fabrîqe hebûn ku bi zanebûn derfetên wan hatin qutkirin û gelek ji wan jî hatin hilweşandin. Hin fabrîqeyan jî derxistin derve. Ji ber wê em bûn civakeke xerckirinê ku pêdiviyên xwarinê û amûrên endustriyel ji derve digrin. Li gor berhemên civakê yên çandinî em carna berhem derdixin derve ku civak sûd jê bigre û berhemên wan di destê wan de nemînin.”

BANDOR LI DU HERÊMAN TÊ

Li dijî van tevgerên dagirkeran Mensûr Mehmûd, anî ziman ku divê ji vê rewşê re çareyeke peyde bikin û got: “Di aliyê dermanên nexweşan de jî zehmetî tê kişandin ku hinek derman li dermanxaneyan qut bûye. Em mecbûr in çareyekî peyde bikin. Çend salên dawî Rêveberiya Xweser piştgirî dan hinek fabrîqeyan ku bikaribin pêdiviyên civakê bi cih bînin.  Lê dewletên dagirker nahêlin ku em li ser fabrîqeyan kar bikin. Dixwazin her tim Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derve re girêdayî be. Her wiha di aliyê siyasî de jî dixwazin tawîzan ji me bigrin. Civaka Başûrê Kurdistanê jî ji girtina deriyan bi bandor dibe. Berhemên xwe nikarin derxînin Tirkiyê û Îranê ku baceyên wan bilind e. Ji ber wê Başûr bûye sûka derxistine. Wekî din jî berhemên ku ji cem me digrin bi baceyên gelekî kêm digrin. Di sewaldariyê de wekî gelê herêmê û gelê Başûrê Kurdistanê hemwextî zehmetî dikşînin.

Ev du salin rewşa hewayî nebaş e ku baran jî kêm e. Di aliyê din de jî dewleta Tirk ava Firatê li ser herêmê qut dike. Ev hemû bandorê li çandinî û sewaldariyê dike. Di aliyê çandinî û sewaldariyê de êm  kêm bûye ku wekî tedbîr divê em ji derve bînin. Piranî pezên herêmê bi baceyên erzan ji aliyê Başûrê Kurdistanê re tên rêkirin. Piştî derî hat girtin li Başûrê Kurdistanê nirxên pez û goşt bûha bûn.” 

`DIVÊ EM LI BENDA VEKIRINA DERIYAN NEMÎNIN`

Têkildarî hewildanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bêbandorkirina ambargoyê Mensûr Mehmûd van tiştan anî ser ziman: “Di aliyê çandiniyê de derfet hatiye kirin ku erdê bejî vegûherî erdê avdanî ku berhemên wê zêdetirîn e. Di fabrîqeyên xwe de hêdî hêdî pêdiviyên jiyanî çê dikin. Civaka me jî gihiştiye wê baweriyê ku divê têrî xwe bike ku girêdana derve kêm bibe. Divê em li benda vekirina deriyan nemînin heya ku ev girtina deriyan demekê dirêj dom bike. Em neçar in ku ji bo gelê xwe tedbîran bigrin ku li ser vî esasî em dixebitin.”     

ANHA