Komkujiya Turindê; belgeyeke zindî ya sûcên dewleta Tirk

Sal derbas dibin lê birîna komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li pey xwe hiştine, nakewin. Dîmenên komkujiya Turindê hîna di hişê şahid û qurbaniyên wê de zindî ne.

Komkujiya Turindê; belgeyeke zindî ya sûcên dewleta Tirk
22 ÇILE, 2022   04:46
ŞEHBA

Ji nav kavil û dûmana ji gundê Turindê derketî Rifet Îbrahîm bi lez çû qata jor a avahiyekê û ji dûr ve dît ku gelek cenaze li ber mala wî belav bûne ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn nehişt kesek nêzî wî cihî bibe.

Piştî destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrînê bi 48 rojan ku hêzên YPG û YPJ`ê berxwedaneke dîrokî dimeşand, dagirkeran di 8`ê Adara 2018`an de navenda bajarê Efrînê û gundê Turindê bombebaran kirin.

Çavê Rifet Îbrahîm ku bavê 4 zarokan bû, li kurê wî yê herî mezin ket ku laşê wî parçe bûbû, piştre fêm kir ku ew cenazeyên li ser erdê belavbûyî yên zarokên wî ne.

Rifet Îbrahîm wiha got: “Dengê kurê min Hisên ê 17 salî ji guhê min dernakeve, dema digot `dayêêê… dayêêê` piştre çavên xwe girtin û nema vekirin. Li kêleka Hisên, keça min Hela ya 16 salî ku laşê wê bûbû du parçe û cenazeyê Ferhadê min ê 10 salî ku di encama komkujiya bi navê "Di vir re dewleta Tirk derbas bû" li erdê dirêjkirî bûn."

Kurê biçûk (6) ê Rifet Îbrahîm, Reşîd ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Bijîşkan wê demê got nediyar e bijî. Dayika wan Binefş Cemo jî birîndar bûbû.

Piştî 4 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, malbata Rifet Îbrahîm ku li gundê Um El-Hoş ê kantona Şehbayê bi cih bûye, ji ajansa me re axivî. Malbat di hewşekê de ku ji odeyek û mitbexekê pêk tê, jiyana xwe didomîne. Rifet Îbrahîm (50) di şaredariyê de dixebite da ku debara malbatê û lêçûna dermankirina kurê xwe Reşîd ku ji komkujiyê rizgar bû, dabîn bike.

Rifet ku çavên wî tijî hêsir bûn, nekarî komkujiyê biwesifîne ku tê de 3 zarokên xwe winda kirin. Lê piştre wî û hevjîna xwe Binefş qebûl kir ku êşa komkujiyê tehemul bikin û hûrguliyên komkujiya Turindê vebêjin.

Rifet Îbrahîm wiha behsa kêliyên destpêkê yên komkujiyê kir: “Dema min fêm kir ku top li mala min ketine, yekser ji ser hişê xwe çûm. Piştî nîv saetekê dema şiyar bûm, min bihîst birayê min û kurapê min dibêjin em ê çawa agahî bidin Rifet. Kesek ji wan ji bilî Binefşê nemaye û heta rewşa Reşîdê biçûk jî xeter e.”

Rifet wiha domand: “Min zarokên xwe li Goristana Şehîd Avesta ya li Efrînê veşartin. Piştî wê em ji warên xwe koçber bûn. Li girekî nêzî Efrînê min cara dawî li mala xwe û goristanê nihêrî, ew nêrîn bi serê xwe mirin bû.”

Rifet Îbrahîm wiha pirsî: “Gelo tê hişê kê ku dewleta Tirk li ber çavên cîhanê bi vê hovîtiyê û hêzê êrişî erdnîgariyeke biçûk bike. Armanca wê ne dagirkirin, qirkirin bû. Kesek ji wê hovîtiyê nefilitî.”

Dayika zarokan Binefş Cimo jî ji bo vegotina vê êşê xemgîniya xwe anî ziman û da zanîn ku ew û kurê xwe Ferhad ji bo ku hinek pêdiviyên malê bikirin çûbûn dikanekê û vegeriyan.

Binefş Cimo kêliya topbaranê wiha wesifand: “Min xwarin ji zarokan re amade dikir. Ji nişkê ve min dengê topan bihîst, bi girtin û vekirina çavan re mal serûbinî hev bû. Bilindbûna dûman, wêranî û qîrîna zarokan dîmeneke hovane bû. Ferhad li erdê dirêjkirî bû, ling û destên wî qut bûbûn, lê hîna jî digot dayêêê….dayêêê."

Binefş Cimo bi dijwarî axaftina xwe temam kir û got: "Gelo hesta dayika ku 3 zarokên xwe winda bike, dê çawa be. Ez dikarim çi bêjim. Ez giliyê xwe li ber Xwedê dikim. Tenê zarokekî min ma û ji serê xwe birîndar e. Em hewl didin wî derman bikin. Ew hêviya me ya yekane ye. Ji ber lêçûna zêde em nikarin wî bibin bajarê Helebê ji bo ku derman bikin."

Ji ber êriş û topbarana dewleta Tirk a dagirker di 2018`an de zêdetirî 350 hezar şêniyên Efrînê koçber bûn. Ji destpêka şerê li Sûriyê yê 2011`an ve, ev koçberî bi mezintirîn koçberî bû.

(şx)

ANHA