Kongra Star û PYD`ê banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk a dagirker kir

PYD'ê û Koordînasyona Kongra Star ên Lubnanê bi daxuyaniyên cuda, bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku dawî li dagirkeriya Tirk a  li Efrînê bîna û hesab ji wê û çeteyên wê bixwaze.

Kongra Star û PYD`ê banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk a dagirker kir
21 ÇILE, 2022   20:59
BEYRÛT

Bi boneya salvegera 4`emîn a êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrînê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Koordînasyona Kongra Star ên Lubnanê daxuyanî dan.

Di daxuyaniya PYD`ê de de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê demografiya herêmê diguhere, sûcên derexalqî pêk tîne û rêgazên mafên mirovan binpê dikin. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hate kirinku ji ber van sûc û kiryaran hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwazin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bêdengiya civata naveteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê û hate gotin, ev bêdengî cesaretê dide wê da sûcên xwe ku Efrîn û herêmên din ên Sûriyê yên dagirkirî bidomîne.

Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê jî di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin û dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê bînin.

Her wiha bang li  Rûsya û Amerîka kir ku tevbigerin û dagirkeriya Tirk û komên çeteyan ên terorîst ji Efrînê derxin û garantiya vegereke biewle ji niştecihên wê re dabîn bikin.

 (eh)

ANHA