Jinên Ciwan ên Helebê: Em ê tola şehîdan hilînin

Bi diruşma "Tolhildana pêşengên me rêya azadiya me ye", bi sedan şêniyên Helebê ji bo şermezarkirina komkujiya li Kobanê ku di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwanan şehîd bûbûn, xwepêşandanek li dar xist.

Jinên Ciwan ên Helebê: Em ê tola şehîdan hilînin
Jinên Ciwan ên Helebê: Em ê tola şehîdan hilînin
Jinên Ciwan ên Helebê: Em ê tola şehîdan hilînin
6 ÇILE, 2022   15:30
HELEBÊ

Yekitiya Jinên Ciwana a Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist. Herî dawî dewleta Tirk bi balafireke bêmirov a biçek li Kobanê maleke welatiyan bomebebaran kir. Di encamê 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwanan şehîd bûn.

Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên Yekitiya Jinên Ciwan tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan ji pêş mizgefta mezin a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dest pê kir, şêniyan wêneyên rêber Ocalan, wêneyên şehîdên komkujiya Kobanê ya dawî, pankartên "Tolhildana pêşengên me rêya azadiya me ye" hildan.

Xwepêşandan li kolana taxê geriya, tê de diruşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk hatin berzkirin. Her wiha fedekariya şehîdan û berxwedanê hat silavkirin. Xwepêşandan li Qada 7 Şehîdan a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê vegerî mîtîngê.

Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan endamê yekitiyê Nadiya Yûsif daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Dewleta Tirk a faşîst û bi peymana AKP’ê sûcên dermirovî li dijî gelê Kurd pêk tîne. Lê gelê Kurd ku xwe dispêre fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ev plan û peyman bi bin xistin.

Faşîmza Tirk bi hevkariya NATO’yê êrişê 4 parçeyên Kurdistanê dike, da ku gelê Kurd qir bike, çand, dîrok, xak û xwezaya wê ji holê rake. Li beramber van êrişan gerîlayên li çiyayên Kurdistanê bi taybet ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke qehremane raber dikin û dîrok jî şahidê van destanan e.

Keç û xort kaniya hêzê ya jiyana azad in, ji lew re tên hedefgirtin. Di vê dawiyê de dewleta Tirk êrişî kanona Kobanê kir, bi wê êrişî ciwan armanc kirin, di encamê de Viyan, Nûjiyan û 4 hevalên wan şehîd bûn.

Têkildarî ciwanan rêber Ocalan dibêje; me bi ciwanan dest pê kir em ê bi ciwanan bi ser kevin.

Çiqas dewleta Tirk me armanc bike em ê ewqas berxwedanê û têkoşînê bilind bikin û xwe bi rêxistin bike. Em Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê vê êrişê şermezar dikin û soza tolhildanê didin, ji ber tolhildan rêya azadiya me ye."

Daxuyanî bi diruşma silavkirina fedekariyên şehîd û berxwedanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA